Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê 2023-11-19 18:35:04   RIHA -  Li gundê Elîgora Pirsûsê ji ber baranê kuçe veguherîn golên avê. Welatiyan nerazîbûn nîşanî qeyûm dan.    Li gundê Elîgora bi ser navçeya Pirsûsa Rihayê ve ji ber baranê her dever di bin avê de ma. Rê û kuçeyên gund di bin lehî û golên avê da man. Kuçeyên ku veguherîn golên avê xelkê bêzar kirin. Welatiyên gund nerazîbûn nîşanî qeyûmê Pirsûsê dan û diyar kirin ku bila qeyûm were li kuçeyên wan bigere dê xizmetê bibîne. Welatiyan xwest ku şaredariya Pirsûsê û Rihayê tavilê çareyek ji gund re bibînin û xizmetê bibin gund.