Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-11-19 23:53:56   STENBOL - Li Stenbolê ji 51 kesên di "Meşa Azadiyê" de hatibûn binçavkirin, 50 kes hatin berdan û tê payîn Hevserokê HEDEP'a Stenbolê Mûrat Kalmaz jî sibê sewqî edliyeyê bê kirin.    Di çalakiya "Meşa Azadiyê" ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ber bi navçeya Gemlîka Bûrsayê ve li Stenbolê hat lidarxistin, 51 kes hatibûn binçavkirin. Ji van binçavkiriyan 50 kes piştî îfadeyên wan li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hatin girtin, hatin berdan. Hevserokê HEDEP'a Stenbolê Mûrat Kalmaz ku di nav binçavkiriyan de bû tê payîn dê sibê wî sewqî edliyeyê bikin.