ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-20 09:00:04   * Rojnamevan Amir Kahrizî diyar kir ku ew bi talûkeya darvekirinê re rû bi rû ye û ji bo wî paşve bişînin Îranê li Navenda Paşdeşandinê ya Agiriyê tê ragirtin.    * Îsmaîl Horoz ê 70 salî ku mala wî di erdhejê de hilweşiya, tevî temenê xwe yê extiyar û nexweş jî neçar e ku malên xera bûne tamîr bike û pê debara xwe bike. Horoz got ku tu hêviya wî ji dewletê nîne.    * Tevî rapora ku "sûc kiriye lê ne di ferqê de ye ku sûc kiriye" ya ATK’ê daye B.T. ê 14 salî jî der barê wî de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz hat vekirin.    * Nivîskar û aktîvîst Anne Ohne destnîşan kir ku di salên dawî de di Qraltiya Yekgirtî de tundiya li dijî jin û zarokan zêde bûne û got: “Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe.”    * Endama Platforma Jinan a Îzmîrê Sîbel Orkmez, ji bo tevlİbûna meşa şevê ya 25’ê Mijdarê bang li jinan kir û got: “Ji bo faşîzma ku sazîbûna xwe ava kiriye dê îsal mijara me ‘rêxistinbûn’ be. Em hemû jinan di 25’ê Mijdarê de vedixwînin pêşiya Leman Kulturê.”    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00-17.00)   * Bi wesileya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî dê li Amed û Şirnexê çalakî bên lidarxistin. (10.00-14.00)   * Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan dê tevli kongreya partiya xwe ya Agiriyê bibe. (11.00)     * Rojnamevan Namik Taranci yê ku di sala 1992’an de li Amedê di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin dê li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê bê bibîranîn. (11.00)   * Şaxa ÎHD’a Mêrsînê dê rapora xwe ya li ser Girtîgehên Çûkûrovayê; Baroya Amedê, TUAY-DER û OHD jî dê rapora girtîgehan a 9 mehan aşkere bikin. (12.30)    * Şaxa ÎHD’a Amedê dê bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê dê Rapora Binpêkirinên Mafên Zarokan a di navbera salên 2022 û 2023’yan ên li bakurê Kurdistanê li avahiya xwe aşkere bike, dê li gelek bajaran jî daxuyanî bên dayîn. (11.00-18.00)   * TJA dê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de li navçeya Qileban a Şirnexê bi jinan re bicive. (14.00)