Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da 2023-11-20 09:34:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed û Êlihê ji ber bahoz û barîna barana zêde li Amed û Êlihê 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji 12 muretebatên keştiya ku li Eregliyê noqî avê bûyî agahî nayê wergirtin.    Barîna barana zêde ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li gelek bajaran bû sedemê lêhiyê. Bagera zêde ya li gelek bajaran veguherî bahozê jî bandoreke neyînî li jiyanê kir. Ji ber barîna barana zêde li Amed û Êlihê 2 kesan jiyana xwe ji dest da.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, aşkere kir ku ji ber barîna barana zêde 50 kesan jiyana xwe ji dest daye. Yerlîkaya, da zanîn ku Ji 12 muretebatên keştiya ku li Eregliyê noqî avê bûyî agahî nayê wergirtin. Yerlîkaya, bi lêv kir ku ji 16 bajaran hezar û 611 îxbar ji wan re çûne.