Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê 2023-11-20 09:48:25   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê. Dayika wî Kûmriye Tanboga banga hestiyariyê kir û got: "Xwedî li kurê min derbikevin."    Di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de girtî di bin şert û mercên herî giran de tên ragirtin. Girtî ji mafên xwe yên herî rewa bêpar tên hiştin. Gelek girtiyên nexweş ên ku rewşa wan girane jî nayên tedawîkirin û berdan.Yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga ye. Tanboga, di dema ragihandina qedexeya derve ya sala 2015'an a li navçeya Silopiya ya Şirnexê de, hêj 16 salî bû hate girtin û bi îddaya "Quştina bi qestî" hate girtin û 4 caran bi cezayê muebeda giran hate ceza kirin. Îsmaîl Tanboga yê li Girtîgeha Tîpa T a Amedê, tê ragirtin, 23 salî ye û ji ber nexweşiyên cûda, laşê wî dihele. Tanboga yê ku di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya girtiyê nexweşên giran de cih digire rewşa wî roj bi roj giran dibe.Tanboga yê ku rewşa wî giran bû rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê. Tanboga ev 15 roj in di nexweşxaneyê de tedawî dibe. Malbata Tanboga ku 15 roj in di nexweşxaneyê de ye û nikare pêdiviyên xwe pêk bîne nikare biçe serdana wî.    15 ROJ IN DI NEXWEŞXANEYÊ DE RAZANDINE   Dayika Tanboga, Kûmriye Tanboga diyar kir ku girtîgehê ew agahdar nekirine ku kurê wan rakirine nexweşxaneyê û wiha axivî: "Ev 15 roj bêtirin ku kurê min rakirine nexweşxaneyê. İsmail li me geriyaye û gotiye, 'Ez di nexweşxanê de razandime' niha di bin çavdariya bijîşkan de ye. Dema ku li me geriya ew heftiyek bû ku di nexweşxaneyê de razandibûn. Divê ku heta niha kurê min bihata berdan. Em gelek mexdûr in. Dêrûniya min xerab bûye. Ev 9 sal in kurê min di girtîgehê de ye lêbelê hê sûcek jê re nehatiye dîtin. Kurê min zarok bû dinya nedîtibû. Bila van mirovan berdin. Bila kurê min berdin û bidin min. Berdin jî nikare tiştekî bike. Bila ev dinya hemû biçe lê binêre û bibîne ku di çi rewşê de ye. Kurê min ev 7 sal in mamayê dixwe. Çawa dibe ku ciwanek mamayê bixwe? Dema ku kurê min neketibû girtîgehê dema ku dimeşiya beriya wî dengê lingê wî dihat. Ewqasî zexim bû. Kurê min niha bûye hestî. Em doza berdana wî dikin. Bila berdin em ê tedawî bikin."   'NAHÊLIN KU BIÇIM BIBÎNIM'   Tanboga, diyar kir ku kurê wê 15 roj in di nexweşxanêyê de razandine lê belê ew nikarin biçin bibînin û got: "Nahêlin ku ez biçim bibînim. Nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Hema hiştibana ku nîv seatan jî ez çûbam nexweşxanê min ditiba dê dilê min rehet biba. Ev çend roj in di nexweşxaneyê de me hêj neditiye. Ma ne gunehe? Me dîtiba ku rewşa wî çawa ye da ku bêhna me bihata. Ew jî dayik û bav in, zarokên wan jî hene. Ma dilê wan neşewite? Hê nexweşiya wî teşhîs nekirine. Çima nabêjin ku nexweşiya wî çiye. Bila deriyê van girtîgehan vekin. Em aramiyê digerin, em aşitiyê dixwazin. Banga min ji komeleyên mafên mirovan heye ku xwedî li kurê min derbikevin û kesek xwe bêdeng nekin."