Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne 2023-11-20 13:36:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên ku bager, berf û baranê bandor lê kirin, hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 9’an û 11 jî hêj winda ne.    Li bajarên ku bager, berf û baranê bandor lê kirin, bilanço her ku diçe girantir dibe. Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku 9 kes di bager û lêhiya rabûye de jiyana xwe ji dest dan û 11 jî hêj winda ne.