Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn 2023-11-20 14:52:54   AMED - Rojnameger Namik Taranci yê ji hêla hêzên Hîzbûlkontrayan ve hatibû qetilkirin, di 31’emîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn.    Nûnerê Kovara Gerçekê yê Amedê Namik Taranci ku di 20’ê mijdara 1992'yan de ji hêla hêzên hîzbulkontrayan hatibû kuştin, di 31’emîn salvegera mirina xwe de, li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê hate bibîranin. Hevjîna rojnameger Derman Taranci, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG) Serdar Altan, rojnameger Vecdî Erbay û Ûmût Yegin, tev li merasîma bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyê Taranci, rojnameya Evrenselê û kulîlk danîn ser goristana Taranci.    Di bîranînê de Derman Taranci axivî û anî ziman ku kûjer îro şirîkatiya desthilatê dikin. Taranci da zanîn ku mîrateya ku hevjînê wê hiştiye, ji hêla rêhevalên wî ve tê domandin.    ‘BÎRANÎNA WAN DÊ RÊYA ME RONÎ BIKE’   Hevserokê DFG'ê Serdar Altan jî ev tişt anî ziman: “Divê em ji bo têkoşîna ku hevalên me dane, neçewisin, divê em pênûsên wan li erdê nehêlin. Bîranîn û têkoşîna wan dê rêya me ronî bike.”   Rojnameger Vecdî Erbay jî bi bîr xist ku ew roja ku Taranci hatiye kuştin, wekî duh bi bîr tînin û bilêv kir ku têkoşîna ji wê rojê heya îro hatiye domandin wê berdewam bike.    Ûmût Yegin jî anî ziman ku ew di dema Mûsa Anter hatiye kuştin de doza Anter şopandiye û got ku zextên li dijî rojnamegeran didomin û wiha axivî: “Tevî van zextan, yên ku nûçeyên rast çêdikirin, vê dozê domandin. Taranci jî yek ji wan bû.”