Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin 2023-11-20 15:24:55     AMED - Di rapora ÎHD’ê ya “Binpêkirinên Mafên Zarokan a 2022-2023’yan a Herêma Bakurê Kurdistanê” de hat destnîşankirin ku, di encama binpêkirinên mafên  azadî û ewlehiya zarokan de, herî kêm 191 zarok hatin biçavkirin û ji wan 3 zarok hatin girtin.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî 20’ê Cotmehê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê di avahiyê şaxa komeleyê de rapora xwe ya “Binpêkirinên Mafên Zarokan a 2022-2023’yan a Herêma Bakurê Kurdistanê”, bi daxuyaniyekê eşkere kir. Di daxuyaniyê de rêvebera ÎHD’ê Jiyan Ormanli axivî û balê kişand ser binpêkirina mafên zarokan. Ormanli destnîşan kir ku armanca Peymana Mafên Zarokan a bingehîn ew e ku zarokên di nava civakê de herî zêde mûhtacî parastinê ne, ji şer, xizanî, nexweşî û rewşên awarte parastin e.    Ormanli anî ziman ku hêj jî aqûbeta gelek zarokên malbatên xwe di erdheja 6’ê Sibatê ya Mereşê de winda kirine, nayê zanîn.   Ormanli binpêkirina mafên zarokan ên sala dawî de pêk hatine, wiha rêz kir:     “* Li herêmê bi destê polîs û cendirmeyan 3 zarok hatin kuştin.    * Ji binpêkirin/xeletiyên saziyên fermî 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 254 zarok jî bi awayên cuda birîndar bûn.    * Di teqîna mayîn û teqemeniyên li herêmên lê pevçûn çêbûne de, 3 zarok bi giranî birîndar bûn.    * Li bajarên bakurê Kurdistanê 19 zarok bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Bajarên ku herî zêde zarok bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Riha, Mêrdîn û Şirnex   * Li bajarên bakurê Kurdistanê de 10 zarok neçarî xwe kuştinê bûn û jiyana xwe ji dest dan. 4 zarok hewl dan ku xwe bikûjin. Hewldanên xwekuştinê herî zêde li Merdînê hatin jiyîn. Zarokek jî li girtîgehê neçarî ma xwe bikuje.     * 4 zarok di encama tundiya malê de jiyana xwe ji dest dan, zarokek jî birîndar bû. Herî kêm 2 zarok di nava malê de rastî destdirêjiyê hatin.     * Di tundiya qada civakî de herî kêm 8 zarok jiyana xwe ji dest dan û 13 zarok jî birîndar bûn. Dîsa herî kêm 279 zarok di qada civakî de rastî destdirêjî û êrişê hatin. 4 zarok hatin revandin, 3 zarok jî neçarî fihûşê hatin kirin.    * Di encama binpêkirina mafê ewlehî û azadiya zarokan de herî kêm 191 zarok hatin binçavkirin, 3 zarok hatin girtin. Di binçavkirinê de 2, di hefsê de zarokek, 16 zarok derveyî cihên binçavkirinê, bi giştî 19 zarok rastî îşkence û muamelaya xirab hatin.”