Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin 2023-11-20 17:02:31   ENQERE - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re anî bîra Wezîre Karên Derve Hakan Fîdan û wiha got: “Tevî ku hûn navnîşana çareseriyê dizanin jî lêgerîna tezkereya şer a li hin navnîşanên din ne berjewendiya kurdan ne jî ya tirkan e.”   Li Meclisê hevdîtina budçeya Wezareta Karên Derve hate kirin. Wezîr Hakan Fîdan jî tev li hevdîtinê bû. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) ê Amedê Berdan Ozturk di hevdîtinên budçeyê de axivî.    ‘DIJMINATIYA KURD’    Ozturk, diyar kir ku ji avakirina komarê ve di bingeha pirsgirêkên tên jiyîn de pirsgirêka kurd heye û wiha got: “Îro Wezareta Karên Derve bi temamî xebatên li ser dijberî û dijminatiya kurdan pêk tîne. Ev dijberî ne îstîsna ye. Êdî bûye siyaseteke domdar a wezaretê.” Ozturk ê qala êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, anî ziman ku sedemê êrişên tên kirin gelê kurd e.    ‘HÛN DAGIR DIKIN’    Ozturk, gotinên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt û wiha got: “Heke pêkanînên ku hûn li Fîlîstînê yan jî li cihekî din ê cîhanê weke ‘nayê qebûlkirin’ dibînin li Kurdistana Iraqê yan jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘rewa’ bên dîtin, bi tenê îzaha vê heye. Ew jî polîtîkayên Iraq û Sûriyeyê yên hikumetê û wezaretê li ser dijminatiya kurdan hatiye avakirinin.” Ozturk bertek nîşanê êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê da û diyar kir ku hikûmetê li Efrînê bi sed hezaran kurd bi darê zorê koçber kirine û her wiha got ku her tiştên têkildarî ziman û çanda kurdî ji holê hatine rakirin Ozturk destnîşan kir ku ev hemû pêkanîn “dijminatiya li dijî kurdan” e.   XERCKIRINÊN ŞER: DI 40 SALAN DE 40 TRÎLYON    Ozturk, îşaret bi budçeya ji şer re hate veqetandin kir û wiha berdewam kir: “Di nava 40 salan de we 40 trilyon dolar ji şer re xerc kirine. Heta ku ev şer berdewam bike dê ev windakirin jî bi zêdebûnê berdewam bike. Îro jî ji bo ku hûn li welatên Kendavê ji bo ku 10 milyar dolaran bibînin deriyê ku wê lêneda nema.”    HEVDÎTINA WÎ YA BI ABDULLAH OCALAN RE ANÎ BÎRA WΠ   Ozturk, hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re anî bîra Hakan Fîdan û wiha got: “Bi hevdîtina we ya beriya niha bi birêz Ocalan re, we bi xwe dît ku hawîrdoreke bêşer feydeyê Tirkiyeyê ye. Tevî ku hûn navnîşana çareseriyê dizanin jî lêgerîna tezkereya şer a li hin navnîşanên din ne berjewendiya kurdan ne jî ya tirkan e. Heke pêvajoya çareseriyê ya di nava birêz Ocalan û dewletê de bi serkeftinê encam girtibûya, niha şûna li welatekî ku bi her awayî îflas kiriye, em da tabloyeke gelek cudatir binêrin. Pêvajoya endametiya Yekitiya Ewropayê (YE) wê temam bibûya, wê di çareseriya krîza li Sûriyeyê de roleke mezin bilîsta, wê bibûya yek ji 10 mezintirîn aboriyên cîhanê û lêçûnên ji hatineya me ya bacê hatine kirin wê ji bo pêşvebirin û karkirinê bihata veqetandin, ne ji bo şer û çeteyan. Ya herî girîng jî bi tevkariya hemû komên di Meclisê de em da destûreke bingehîn a nû, azadîxwaz û herkesê digire nava xwe komara sedsalî bigihanda demokrasî û azdiyan.”