Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin 2023-11-20 22:56:58     ÊLIH - Yûsûf Arslan ê 68 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê girtî ye û xwîn rijiyaye ser mêjiyê wî, di beşa awarte de bi awayekî kelepçekirî tê ragirin.   Girtiyê bi navê Yûsûf Arslan (68) ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Êlihê, xwîn rijiya ser mejiyê wî. Arslan ê ku 5 sal berê li Mêrdînê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, 7 meh berê sewqî Êlihê hat kirin. Malbat ku îro ji bo hevdîtinê hat girtîgehê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat astengkirin. Hevjîna Arslan Zeynep Arslan diyar kir ku rêveberiya girtîgehê agahî nedaye wan û wiha got: “Li ser vê yekê em çûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê. Me ji kesên li wir rewşa hevjînê min pirsî. Wan jî agahiya ku xwîn rijiyaye ser mejî û di beşa awarte de tê ragirtin, dan me.”   Arslanê da zanîn ku hevjînê wê bi awayekî kelepçekirî di beşa awarte de tê girtin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.