ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-21 09:01:02     * Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamus diyar kir ku dewleta tirk li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê tevî hevkariya PDK'ê jî heta niha yek gav pêşve neçûye û wiha got: “Dewleta tirk niha cilên pêşmergeyan li xwe dike û xwe li hinek deveran bi cih dike.”   * Jinên Kampa Mexmûrê ku bi paradîgmaya modernîteya demokratîk pergalek ava kirine, li dor destkeftiyên ku li hemberî pergala kapîtalîst bi dest xistine bûne xelek, têkoşînê xurt dikin.    * Welatiyên li Elkê, bi amadekariyên xwe yên di sê mehên dawî de kirine, zivistana pêşwext pêşwazî kirin.    * Endama KJAR'ê Rojîn Mukriyanê diyar kir ku "jin, jiyan, azadî" rê li ber tevgereke şoreşgerî ya li derî neteweyê vekiriye û got: "Em dizanin ku tovên vê fikra şoreşger ji zû de aj dane. Lê divê mezintir bibin."    * Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" hunermend Cevdet Bagca bilêv kir ku Rojhilata Navîn ber bi tarîtiyeke mezin ve diçe û got ku ji bo çareserkirina meseleya kurd ku dê vê hevsengiyê biguherîne, divê hemû derdorê bi berpirsiyarî tevbigerin.    * Dayikên Botanê ku bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan, diyar kirin ku ew amade ne ku tecrîdê bişikînin û gotin: "Heya ev tecrîd hebe, em ê hemû dê bin zilm û bindestiyê de bin. Divê kurd êdî rabin ser pêyan."    * Ji fermandarên YJŞ'ê Nûda Bêrîvanê diyar kir ku jin li dijî tundiya mêrserweriyê xwe bi rêxistin dikin û parastina xwe ya leşkerî mezin dikin û wiha got: "Pergala serdest têkçûyina xwe di rizgariya jina azad de dibîne. Ji ber wê heya ji destê wan tê jinên birêxistinkirî hedef digirin. Lê me xwe îspat kiriye. Çimkî em li dora felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' mezin dibin."    * Li gundên Farqînê ji ber lehiyê zirarek mezin gihiştiye malê gundiyan. Gundiyan bertek nîşanî tevdîr negirtinê dan û dan zanîn ku pêvajoya hilbijatinê ji bo dengan tên, lê wekî din tu kes li deriyê wan nade.    * Yasîn Guneş ku çatiya mala wî di encama bagera ku bi lehiyê re rabû, firiyaye da zanîn ku li dora 100-150 hezar lîre zirar gihiştiye wî û got ku hemû tiştên di hindirê malê de zirar dîtine.    * Danişîna Doza Kobanê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin dê bidome. (10.00)   * Danişîna doza derbarê Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Yûrttapan û edîtorê kovarê Haydar Ergul de hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê bê lidarxistin. (10.45)   * Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan dê tev li civîna gel a li Îdirê were lidarxistin bibe. (11.00-14.00) ZINDΠ   * Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz dê di salvegera 19’emîn a qetilkirina xwe de li Qoserê li ser gorên xwe bên bibîranîn. (11.00)   * Têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî dê li gelek bajaran çalakî û aktîvîte bên lidarxistin. (11.00-18.00)   * Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê dê têkildarî nehiqûqiyên li darazê qewimîne li ber Edliyeya Bayrakliyê çalakiya Nobeta Edaletê li dar bixin. (12.30-14.00)    * Civîna Koma Meclisê ya HEDEP’ê dê bê lidarxistin. (12.45)   * Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û parlamenterên HEDEP’ê dê li Êliha ku karesata lehiyê lê pêk hat serdana gel bikin. (13.00)   * Li Eywana Konferansê ya Şaredariya Silopiyayê pêşandana standê ya bi navê “Dawiya dawî” bê lidarxistin. (19.00)