Elkê amadekariyên zivistanê kiriye 2023-11-21 09:07:33   ŞIRNEX - Welatiyên li Elkê, bi amadekariyên xwe yên di sê mehên dawî de kirine, zivistana pêşwext, pêşwazî kirin.    Ber bi dawiya meha mijdarê ve li gelek deverên Kurdistanê hewa sar bû. Li gelek deran tê payin ku berf bibare. Yek ji deverên ku zivistanê zû lê dest pê kir jî, navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Li navçeyê ku salê 6 mehan berf li erdê dimîne, welatî zivistanê bi amadekariyên ku beriya niha bi sê mehan kiribûn, pêşwazî kirin. Welatiyên êzing û komira xwe berê amade kirine, ji bo xwarinê jî gelek tişt amade kirine.    PENÊR, TIŞTÊN HIŞK, RÎÇAL...   Meryem Ataman a 66 salî behsa amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê kir. Atamanê diyar kir ku bi hatina payizê re êzing û komir peyde kirine û paşê ji bo zivistanê penêr çêkirine. Atamanê da zanîn ku li navçeyê hema bibêje her malbat du cure penêr (penêrê bisîrik û penêrê selemora) depo kirine û got îsal ji bo zivistanê bi qasî 15 hezar TL'yan penêr depo kirine. Atamanê diyar kir ku penêrê xwe xistine bin erdê û got: "Her wiha me teremast jî çêkiriye. Em vî mastî bi şîrê pezên xwe yên ku em havînan dibin zozanan çêdikin. Her wiha me fasûle û firingî jî xistine şûşeyan. Me ji bo îsal nêzî 70-80 şûşe dagirtine."    Atamanê diyar kir ku ji bo zivistanê bacanên reş û gelek tiştên din jî hişk kirine û ew hilanîne.    Atamanê ragihand ku ji xeynî vê wan xuşav, benî, bastêq û gûz jî hilanîne û wiha pê de çû: "Berhemên ku me ji bo zivistanê hiltanî, me ew li bin erdê, li cihê hênik vedişart. Tahma berê, kêfa berê xweştir bû. Wê demê zarokên min biçûk bûn û hemû li cem min bûn. Niha hemû mezin bûne û her yek çûye cihekî. Zivistanê rihet e, lê ez bêriya berê dikim."    Xezal Ataman a 63 salî jî ku zivistanê diçe cem zarokên xwe yên li metrepolên Tirkiyeyê, anî ziman ku ew berhemên ku havînê amade dike jî bi xwe re dibe. Atamanê ev tişt gotin: "Em sêv, xirtik, hirmî û firingiyên baxçeyên xwe dixin kîlerê. Berî ku firingî baş çêbibin em wan berhev dikin û tînin vir û piştî demekê bi xwe sor dibin. Em zivistanê jî firingiyên baxçeyan peyda dikin. Em îsot û bacanên reş jî hişk dikin. Em rêçalê çêdikin. Her wiha em bastêqê jî çêdikin."    MA / Omer Akin