Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin 2023-11-21 15:15:58   ÎZMÎR - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li dijî biryarên alîgir ên darazê, li pêşiya Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê li dar xistin.   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê beriya “Meşa Demokrasiyê” ku dê di 25’ê Mijdarê de li dar bixin,  li pêşiya Edliyeya Îzmîrê saetekê nobeta edaletê girt. Di çalakiyê de dovîzên weke “Ne skandala hiqûqê, hewldana darbeyê ye”, “Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn teqez in” û “Îktîdara siyasî destê xwe ji darazê bikişîne” hatin hilgirtin. Her wiha çalakvanan gelek caran dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin”, “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî biratiya gelan” berz kirin.    Di çalakiyê de Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz axivî û ev tişt anî ziman: “Dadgehên ku divê edaletê pêk bînin, hêj nikarin di navbera xwe de jî bi edalet bin. Dive daraz pirsgirêka navxweyî çareser bike. Dema dadgeh û dadger biryaran didin divê bêalî bin.”    BANGA JI BO MEŞÊ   Ji rêveberên Hejmar 6 a DÎSK Genel Îş a Îzmîrê Deger Yildiz jî bertek nîşanî biryarên darazê da û got ku divê her kes li dijî van biryaran dengê xwe derxîne. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Îzmîrê Mûstafa Guven jî ji bo meşa 25’ê Mijdarê bang kir.