Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin 2023-11-21 15:21:17   ENQERE - Parlamenterên HEDEP’ê di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan.    Hevdîtinên li ser bûdçeya Wezareta Dadê yên li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê tên kirin didomin. Di hevdîtinên bûdçeyê de protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mohra xwe li hevdîtinê da.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi dovîzên “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo aştiyê bila tecrîd bi dawî bibe” tev li hevdîtinan bûn. Parlamenterên HEDEP’î bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in tu agahî jê nayên girtin dan.    Li gel dovîzan, her wiha wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û girtiyên kurd ên siyasî hatin hilgirtin.