Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn 2023-11-21 15:58:26     STENBOL - Doza nû ya li ser îfadeyê şahidê eşkere li endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê yê berê Husamettîn Tanrikulu hatiye vekirin bi dosyaya li Stenbolê didomiya re kirin yek dosya.    Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Husamettîn Tanrikulu di 3’yê îlona 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibû binçavkirin. Wezîrê Karên Hundir ê demê Suleyman Soylu jî Tanrikulu weke hedef nîşan dabû derheqê wî de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 6’emîn danişîna dozê li 29’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin. Tanrikulu û parêzera wî Nagehan Avçîl di danişînê de amade bûn.    ÎDIANAMEYA NÛ BI DOSYAYA YA HEYÎ RE KIRIN YEK    Li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” “Ziyangihandina mal” û “Madeyên talûke li cem xwe girtiye” derheqê Tanrikulu de dozeke nû hatibû vekirin û îdianame hate amadekirin. Dadgehê, îdianameya nû li gel dosyaya heyî re kir yek dosya.    ‘BILA DARIZANDIN LI AMEDÊ BIDOME’   Tanrikulu di danişînê de got ku piştî hevdîtina bi parêzera xwe re dixwaze parastina xwe bike. Parêzer Nagehan Avçil jî xwest darizandina bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Zirargihandina mal” û “Li cem xwe madeyên talûkey girtiye” li Amedê bidome.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Dadgehê daxwazên parêzer qebûl kir, biryar da ku rewşa girtî ya Tanrikulu bidome û danişîn taloqî 15’ê sibata 2024’an kir.