CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin 2023-11-21 16:21:34   WAN - Koalîsyona Jinan a di Rojnamevaniyê de (CFWIJ) ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî Lubnanê de rojnamevanên bî navê Farah Omar û kameravan Rabîh Maamarî jiyana xwe ji dest dane.    Artêşa Îsraîlê di saetên serê sibê de wesayîteke sivîl a li ser rêya di navbera bajarokên Kalayla û Eş-Şaatiyeyê de bi roketan hedef girt. Di êrişê de 4 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan.    Koalîsyona Jinan a di Rojnamevaniyê de (CFWIJ) li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku di êrişê de rojnamevan Farah Omar û kameravan Rabih Maamarî jiyana xwe ji dest dane.    CFWIJ’ê di daxuyaniya xwe de got ku “Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e.”