Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin 2023-11-21 17:44:13       ÊLIH – Hevserokên Giştî yên DBP'ê û şandeya bi wan re, serdana Taxa Seyîtlerê ku 4 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dabûn, kirin. Keskîn Bayindir got: "Heya ji destê me bê em ê gelê xwe muhtacî qeyûman nekin."    Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û rêxistinên civaka sivîl, serdana Taxa Seyîtlerê ku 4 kes lê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dabûn, kirin. Şandeyê ewilî serdana şîna ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan hat danîn kir û paşê li taxê geriya û guh li pirsgirêkên welatiyan kir.    Şêniyên taxê diyar kirin ku kes serdana wan nekiriye û gotin ku şaredariyê bi tu awayî alîkariya wna nekiriye.    Şande piştî ku serdana taxê kir, daxuyanî da.    Keskîn Bayindir ku li vir axivî, diyar kir ku li taxê qenaleke mezin heye û gava baran dibare av diherike vê qenalê û got ku lê qeyûm qenalê girtiye. Bayindir anî ziman ku girtina qenalê "dagirkerî" ye û got: "2 roj in zarok û jin ji ber vê lehiyê bê xwarin û kinc in. Lê kes li halê wan napirse. Kes bi hawariya van malbatên me de nehat. Walî û qeyûm li Êlihê şovê dikin. Bila werin serdana van malan bikin û li zarokên birçî, bêkinc û bê pêlav mêze bikin. Bila li Êlihê şovê nekin. Tiştên îro qewimîne encama feraseta qeyûmtiyê ne. Ji ber ku ser vê qenalê girtin, 4 mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Kes nikare têkeve hundirê xwe."    Bayindir bilêv kir ku ew DBP, HEDEP û saziyên din ji destê wan çi bê dê bikin û got: "Hevalên me di nava gel de ne. Ji bo lazmatiyan çi ji destê me bê em ê bikin. Heya ji destê me bê em ê wan muhtacî van şovkaran nekin. Îro roja alîkariyê ye. Ji destê me çi bê divê em alîkariya taxê bikin. Ên herî girîng cihê razanê û kinc in. Lê qeyûm ji dêvla cihê razanê û kincan tê şorbê belav dike. Ev qeyûmê şovkar ji gel dûr e. Em bang li gelê xwe dikin. Em ê bi hev re vê lehiyê û vê êşê rakin. Em ê mil bi mil êşa gelê xwe ji holê rakin. Gelê Êlihê derfetên kê hebin bila bên taxê û pêwendiyê bi komîsyona me re deynin. Em piştgiriya hev bikinç Bila zarokên me, extiyarên me û gelê me di vê meha Midjarê de li derve nemînin."