Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin 2023-11-22 09:12:44 ŞIRNEX - Li Cizîrê kort û koncalên di cadeyan de çêbûne û şarredariya di destê qeyûm de wan tije nake, ji aliyê dikandaran ve bo xîz, xîç û axê tên dagirtin.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê rê veguherîne kunên xiltan. Ji ber xebatên ji bo gaza xwezayî û qabloyên ceryanê ku xistine binerdê hatin kirin, rê nayên bikaranîn. Di çarçoveya van xebatan de 6 meh berê kolan û kuçeyên sereke yên bajêr hatin kolandin. Lê bi tu awayî dest bi selihandina rêyan nehatiye kirin. Peyarêyên li texma Pira Yafesê, Bûlwara Mem û Zînê, rêya Cizîr-Hezexê û Kolana Nisêbînê nehatine selihandin.    Bi derengxistina kar û barên selihandinê, bi xwe re bû sedema gelek pirsgirêkan. Ajokar, bi zorê di van rêyên xerabe de diçin û tên. Rê bi kort û koncal zirareke mezin didin wesayîtan. Her wiha di rojên bi tav de ji ber van rêyan her der di nava tozê de dimîne û di rojên şiliyê de jî rê û peyarê di nava heriyê de dimînin. Her wiha ji ber av dikeve van koncalan, hin kargeh di bin avê de dimînin.    Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de jî ji dêvla karên binerdî û sererdî, ketiye etra alayan û ronahiyan ku bi kolanan ve daliqîne. Ji ber vê terkexemiya şaredariyê gelek dikandar bi derfetên xwe kort û kocalan dadigirin.    DIKANDAR BI GAZINC IN   Mehmet Şîmek ê ku dikana wî li ser Kolana Nisêbînê bi xwe hewl dide kortên li nava kolanê dagire. Şîmşek anî ziman ku ji bo gaza xwezayî kolan hatiye kolandin û wiha got: "Ev, diviyabû havînê bihata kirin. Ji lew re gava baran bibare talûke rû dide. Gava wesayît diçin û tên kort çêdibin. Gava ev kort tije av dibin, ajokar hay jê çênabin û qeza çêdibin. Em jî bi xêra xwe van kortan tije dikin. Ji lew re kes nayê li vir mêze nake."    Welatiyê bi navê Mesût jî ku bo motorsiklêta xwe ya sêtekerî karê veguhastinê dike, îşaret bi rêyên xerabe kir û ev tişt anî ziman: "Bi mehan e her derê navçeyê hatiye kolandin. Karê gaza xwezayî û ceryanê xelas bûye lê dîsa jî kuçe û kolanan çênakin. Hemû kolanên navçeyê qulqulî ne. Em bi zorê di van rêyan de diçin û tên. Şanzimana motosîklêtê xera dibe. Em sê quriş pereyê bi dest dixin jî didin heqê tamîrkirian motorê."    MA / Omer Akin