Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir 2023-11-22 12:08:53   ERZÎNGAN - Endamê HPG’ê Yûnûs Babayîgît ku malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû, li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê ku lê tê ragirtin, bi parêzerê xwe re hevdîtin kir.    Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di 20’ê mijdarê de li ser hesaba xwe ya X’ê îdia kir ku endamên HPG’ê Yûnûs Babayîgît û H.G. li çoltarê navçeya Kemah a Erzînganê di êrişê de hatine bê bandorkirin. Malbata Babayîgît, piştî daxuyaniya Yerlîkaya çû Erziromê û serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) da. Ji malbatê re hate gotin ku cenazeyê Babayîgît li ATK’ê nîne. Piştre jî malbata Babayîgît çû Erzînganê û bi dozger re hevdîtin kir. Dozgeriya Erzînganê ji malbatê re got ku Babayîgît li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê tê ragirtin lê dê destûr neyê dayîn ku bi kesê re hevdîtinê bike.   Parêzerê malbatê li ser hewldanan li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê bi Babayîgît re hevdîtin kir. Hate diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya Babayîgît baş e.