Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir 2023-11-22 13:31:37   AMED - Ji ber îşkenceya bikûçikan a li Menîce û Şeyhmûs Yilmaz kiribû, li polîs Serdar Gok doz hatibû vekirin. Kesê pispor di rapora xwe de îdia kir ku “di bûyerê de qisûr tune ye” û li ser vê yekê dozger ji bo polîsê bersûc beraet xwest.    Di 31’ê gulana 2020’an de polîsê bi navê Atakan Arslan li Amedê ji hêla Emîn Cura ve hatibû kuştin. Ji bo girtina Cura, bi ser malan de hatibû girtin. Di encama serdegirtina mala Menîce û Şeyhmûs Yilmaz de ku hevjîn in, polîsê bi navê Serdar Gok bi kûçikan îşkence li Yilmazan kir. Piştî giliyê Menîce û Şeyhmûs Yilmaz, derheqê polîs Gok de doz hatibû vekirin. Gok, ji sûcên “Peywira cemaweriyê xerab bi kar aniye û bi zanebûn birîndar kiriye” û “Bûye sedema birîndariya ku bi midaxileyeka tibî ya biçûk nayê dermankirin” dihat darizandin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin.    Polîsê bersûc û parêzerê wî tev li danişînê nebûn lê parêzerê Menîce û Şeyhmûs Yilmaz ê bi navê Selameddîn Varol amade bû.     ‘RAPOR BINAKOK E’   Di danişînê de parêzer Varol li dijî rapora ji hêla Fermandariya Navenda Perwerdekirina Hesp û Kûçikan a Cendirmeyan a Nevşehîrê ku îdia dikir “di bûyerê de qisûra polîs Gok tune ye” parastin kir.    Varol, diyar kir ku rapora behsa xeberê bêyî ku derheqê bûyerê de agahiyên şênber hebin, di çarçoveya îfadeyên aliyan de hatiye amadekirin. Varol, bi domdarî destnîşan kir ku di raporê de agahiyeke ku wan qaneh bike tune ye û da zanîn ku îdiaya ji bo bersûc Gok a “qisûr tune ye” binakok e.    DOZGER MUTALAA GUHERAND Û BERAETA BERSÛC XWEST    Dozger, beriya niha ji bo bersûc Gok ceza dixwest lê piştî raporê mutalaaya xwe guherand. Dozger, rapora behsa xeberê weke hincet nîşan da û bi îdiaya ku di bûyerê de qesda bersûc tune ye daxwaza beraeta wî kir.    DOSYAYA DIN A BERSÛC JÊ TÊ DARIZANDIN BI BÎR XIST    Parêzer Varol li dijî mutalaayê parastina xwe kir û bi bîr xist ku tevî tu eleqeya miwekîlên wî tune bûn jî bi ser mala wan de hatiye girtin û bi kûçikan êriş li dijî wan hatiye kirin. Her wiha Varol diyar kir ku bersûc Gok, ne tenê li dijî miwekîlên wî, di heman demê de bi kûçikan êrişî Rojbîn Sevîl Çetîn jî kiriye û bûye sedema birîndarbûna wê. Varol, got ku dema van her du bûyeran didin berhev, xuya dibe ku meyla bersûc a ji bo sûc heye.    Varol, xwest ku dosyaya bersûc Gok a li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê ji bo lêkolînkirinê were xwestin. Varol, ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest.    DADGEHÊ DAXWAZ RED KIR   Dadger, daxwaza ji bo lêkolînkirina dosyaya li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê red kir, daxwaza demê ya ji bo parastinê qebûl kir û danişîn taloqî 18’ê kanûnê kir.