Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin 2023-11-22 13:45:30   STENBOL - Li navçeya Sûltangaziyê zilamê bi navê Mehmet Kaya hevjîna xwe Şadumane Kaya û keça xwe, qetil kirin.    Li taxa Yûnûs Emre ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê, zilamê bi navê Mehmet Kaya (45), hevjîna xwe Şadûmane Temûçîn Kaya (40) bi çeke qetil kir. Piştî dengê çekê, keça Şadûmane Kaya, Naciye Aleyna Dayioglu (22) xwest ji malê bireve û xwe xelas bike jî, ji hêla Kaya ve, hate qetilkirin. Kaya piştî bûyerê xwe jî kuşt.    Tîmên hatine li cihê bûyerê, diyar kirin ku her du jin jî jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên her sê kesan ji bo karûbarên otopsiye rakirin morga Saziya Tipa Edlî.