Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê 2023-11-22 16:58:25   WAN - Dîwana Çavdêriya Darayî di rapora xwe ya derheqê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ku qeyûm lê hatiye tayînkirin,  bal kişand ser bêusûliyan. Di raporê de hat gotin ku gelek tiştên diviyabû îhaleyên wan bihata kirin, bi bihayeke pir kêm hatine dabeşkirin û bi rêya bazariyê yan jî bi rêya rasterast temînkirinê hatine dayîn.    Dîwana Çavdêriya Darayî rapora xwe ya sala 2022’yan a têkildarî şaredariyan eşkere kir. Di rapora Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, gelek bêusûliyên hatine kirin hatin tespîtkirin. Bi taybet jî gelek tiştên diviyabû bi rêya îhaleyan bihatina dayîn dabeşî parçeyan hatiye kirin û bi rêya bazariyê yan jî bi rêbaza temînkirina rasterast hatine dayîn.    Dîwana Çavdêriya Darayî di nirxandina xwe de wiha got: “Heman tiştên ku dikariyan di nava îhaleyê de bimînin, bi bihayeke pir biçûk hatine dabeşkirin û bi rêya bazariyê yan jî bi rêbaza yekser temînkirinê hatine kirin. Mijara behsa xeberê tê wateya binpêkirina rêgezên sereke yên qanûnê.”    110 ÎHALE BI USÛLÊ BAZARIYÊ HATIN KIRIN   Di raporê de hat destnîşankirin ku şaredariyê tevahiya 110 îhaleyan bi usûlê bazariyê kiriye û ev nirxandin kir: “Wisa xuya dike ku usûlê bazariyê weke usûleke giştî esas hatiye girtin.” Di raporê de hat gotin ku şaredariyê li gel ku şertên di qanûnan de bicihnehatine jî usûla bazariyê tercîh kiriye.    NEGUHÊZBAR BÊYÎ ÎHALEYÊ HATIN DAYÎN    Dîwana Çavdêriya Darayî da zanîn ku neguhêzbarên ku dema kirêya wan qediyayî bêyî bidin îhaleyê, bi awayekî bêpere dane bikaranîn. Her wiha hat gotin ku kargeha şaredariyê kirê kiriye jî bêrûxset e. Tespîta Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî vê rewşê wiha ye: “Di encama lêkolînkirina neguhêzbarên şaredariyê de derket holê ku 40 neguhêzbarên dema kirêya wan qediyayî nehatine tehliyekirin û bi bedela bihayê ecrîmîsîlê dîsa dane heman kesan. Her wiha hat tespîtkirin ku rûxseta vekirin û xebitandinê ya kargehên Şaredariya Bajarê Mezin daye kireyê nîne. Vê yekê jî kiriye ku dahata şaredariyê tune bibe. Ev yek li dijî rêgezên bingehîn ên qanûnê ne.”    SÎNORÊ JI SEDÎ 10 HATE DERBASKIRIN   Di raporê de Dîwana Çavdêriya Darayî daxuyand ku şaredariyê bêyî nêrîna Lijneya Îhaleya Cemaweriyê gundar bike, sînorê ji sedî 10 ê bikaranîna bûdçeyê ya ji bo girtina mal û xizmetê û xizmetên çêkirinê derbas kiriye.    WESAYÎT BÊYÎ ÎHALEYÊ Û BÊDEM HATIN DAYÎN    Her wiha Dîwana Çavdêriya Darayî da zanîn ku li rêgehên di nava sînorên şaredariyê de 318 mînîbûsên xizmeta veguhestina komelî dikin, hezar û 347 mînîbûsên bi plakaya V, 340 wesayîtên servîsê yên bi plakaya S, 14 Wesayîtên Servîsa Personelan a bi plakaya J û 971 texsiyên bi plakaya T li gel Biryarên Komîsyona Trafîkê ya Bajar bêyî demek were diyarkirin û bêyî îhaleyê dane kesên sêyemîn.  Di raporê de hat gotin ku li gorî hiqûqê mimkin nîne ku şaredarî berpirsyartiya xwe ya cemaweriyê bi awayeke bêdem dewrî kesên sêyemîn bike. Di raporê de hat xwestin ku divê têkildarî mijarê sererastkirinek were kirin û divê musaade neyê dayîn mafekî şaredariyê ji hêla hin kesan ve bi awayeke domdar bê bikaranîn.