Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin 2023-11-22 16:59:41    AMED - Hate zanîn ku endam û rêveberên ESP’ê û SGDF’ê yên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de li du bajaran hatine binçavkirin, bi hinceta îxbara “Dê di 25’ê Mijdarê de çalakiyê bikin” hatiye kirin hatine binçavkirin.    Polîsan îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li Amed û Bûrsayê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Endama MYK û Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Mûhammet Altinkaya û Serhat Eren û Hêja Kayan hatin binçavkirin.    Hate zanîn ku endam û rêveberên ESP’ê û SGDF’ê ku birine Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê di çarçoveya îxbareke bênav a “Dê di 25’ê Mijdarê de çalakiyê bikin” hatine binçavkirin.    Parêzerên ku li miduriyeta polîsan bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin, ji ber li ser dosyayê biryara sînordarkirinê heye, derbarê naveroka lêpirsînê de agahî bi dest nexistin.    BÛRSA    Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de endamê ESP’ê Riza Çîmen jî bi serdegirtina mala wî ya li Bûrsayê hate binçavkirin. Di çarçoveya heman operasyonê de Ela Denîz Albayrak û Sekreterê Şaxa Egîtîm-Sen’ê ya Bûrsayê Mûrat Pinar jî hate binçavkirin. Hate zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Bûrsayê.    LI PEYASÊ 3 BIRA HATIN BINÇAVKIRIN    Li aliyê din li navçeya Peyasa Amedê jî birayên hev Mervan, Ferît û Nûrettîn Demîr hatin binçavkirin. Hate zanîn ku birayên Demîr ên hatin binçavkirin li Qereqola Hûzûrê tên ragirtin û ji bilî biryara “sînordarkirina” dosyayê ji bo 24 saetan biryara “sînordarkirina parêzeran” jî hatiye dayîn.