Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê 2023-11-23 09:13:16     ÊLIH - Hevserokê Şaxa SES a Êlihê Cîhan Tuzun anî ziman ku ger çirava ji ber lehiyê li hin taxên Êlihê çêbûye di wext de neyê paqijkirin dê nexweşîn ji wan çêbibin.    Di 19'ê Mijdarê de li Êlihê lehî rabû û ji malbatekê 3 zarok 4 kes jiyana xwe ji dest dan. Piştî lehiyê hin kuçe û xaniyên bajêr di nava heriyê de mane.    Li gorî daxuyaniya walîtiyê li seranserê bajêr 20 tax bandor ji lehiyê girtine û herî zêde jî Taxa Seyîtler, Taxa Karşiyaka û Taxa Hûzûrê bi bandor bûne. Di encama xebatên tespîtkirina xesarê de jî hat parvekirin ku 37 avahî xesar kêm xesar girtine, 4 avahî pri xesar girtine û 4 avahî jî hilweşiyane.    Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Êlihê Cîhan Tuzun têkildarî çirava ji ber lehiyê çêbûye û bandora wê ya li ser tenduristiyê de axivî.    XETEREYA ŞEWBÊ   Tuzun anî ziman ku dibe ji çiravê nexweşîn çêbibin û got ku demildest divê çirava çêbûye bê paqijkirin. Tuzun, got: "Bi taybetî divê pêdiviyên wekî ava paqij û zexîre bên dabûnkirin. Ev pêvajo ji roja çaran heya hefteya çaran pêvajoya xetereya şewbê ye. Di vî warî de baldarî divê."    DIVÊ AVA ŞEBEKEYÊ BÊYÎ KLORBÛNÊ NEYÊ BIKARANÎN   Tuzun destnîşan kir ku demidlest divê ava paqij û zexîre bên dabînkirin û wiha domand: "Bi taybetî divê zexîr û fêkiyên ku bandor ji lehiyê girtine neyên bikaranîn û her wiha kinc jî. Ger ava paqij tune be û ji mecbûrî ava heyî bê bikaraînin, wê demê divê ava heyî bêklor kirin. Piştî dawerivandinê divê bê bikaranîn. Divê ava şebekeyê neyê bikaranîn, ji lew re dibe ku ava lehiyê tev lê bûbe. Lê gava bê bikaranîn jî divê bê dawerivandin û klor daxilî navê bê kirin. Ev yek dê pêşî li ber nexweşînan bigire. Yan na dê li tevahiya herêmê nexweşîn belav bibin."    XETEREYA TETENOSÊ   Tuzun da zanîn ku bi heman awayî xetereya tetenosê jî heye û got ku li herêmê gelek heywan jî mirine. Tuzun hişyar kir ku divê bermayiyên ku bi lehiyê re hatine ji herêmê bên dûrxistin û îşaret bi aşîkirinê kir.    Tuzun da zanîn ku ava lehiyê cihê xetereyeke mezin e û got ku bi taybetî divê zarok ji vê avê û heriyê dûr bên sekinandin.    Tuzun bilêv kir ku yan na dê li ser vê karesatê karesateke din rû bide û di warê tenduristiya gel de peywirên dikevin ser milên şaredariyê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr bi bîr xistin.    Tuzun diyar kir ku divê mirov ji qadên ku lehî lê rabûye bên dûrxistin û paşê li ser çareserkirina meseleya hêwirandinê nîqaş bên kirin. Tuzun wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bêjin we mirov ji vir dûrxistin. Lê çareserî ? Çareserî divê, lê niha ji sedî 90'ê xaniyên li vir nayên bikaranîn. Kincên li ser zarokan ên dema lehiyê ne. Zivistan li ber derî ye. Germaya hewayê heya 7 pileyan daketiye. Zarok xwas digerin. Ev yek dê di rojên pêş de bandorê li tenduristiya wan bike. Divê li hemberî van tiştan tevdîr bên girtin."    MA/ Fethî Balaman - Rûkiye Adiguzel