Helbestvan Fadil Ozturk ê hat binçavkirin: Armanc afirandina civakeke kole ye 2023-11-23 09:46:17   ÎZMÎR - Helbestvan-nivîskar Fadil Ozturk ku ji ber wêne û helbesta ku li ser medyaya sanal belav kir tevî hevjîna xwe hat binçavkirin û paşê serbest hatin berdan, got: "Armanca sereke ya van zextan bitenêhiştin e û afirandina civakeke kole ye."    Siyasetmedar, xwendekar, jin, ciwan û gelên li ber polîtîkayên şer û kirîzê yên desthilatê radibin, hedef tên girtin. Herî dawî di 17'ê mijdarê de li navçeya Tîre ya Îzmîrê helbestvan-nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna wî Berrîn Ozturk hedef hatin girtin. Ozturk û hevjîna xwe bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal hatin binçavkirin û a din a rojê bi îdiaya "propagandaya rêxistine" li dozgeriyê îfade dan û bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.    Fadil Ozturk û hevjîna wî Berrîn Bîcek Ozturk ji ber wêneyê Nejat Agirnasli yê di şerê li dijî DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da ku li ser medyaya sanal û belav kiribûn û pê re helbestek belav kiribûn hatin binçavkirin.   Fadil Ozturk têkildarî binçavkirina xwe û zextên desthilatê axivî.   Ozturk anî ziman ku di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de wêneyê Nejat Agirnasli yê li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye parve kiriye û got: "Ez û hevjîna xwe ne xerîbê binçavkirina ne lê vê carê polîs ji bo serî li tundiyê bidin xwestin me tehrîk bikin. Hema bibêje nedihitşin em kincên xwe li xwe bikin û dermanên xwe wergirin. Bi ya wan bûye em ê tevî bêcemeyên xwe biçûna. Me nehişt. Bi ser de destên me ji paş de kelemçe kirine û em wiha birin. Tew mifteya kelemçeya Berrîn winda kirin. Em bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan û dê ji bo datrizandinê paşê biryar bê dayîn."    LI DIJÎ TENÊHIHIŞTINÊ PIŞTEVANÎ   Ozturk, destnîşan kir ku her binçavkirin li hemberî muxalifan wekî gefekê tê hesibandin û got armanca vê rêbazê bitenêhiştina mirovan e. Ozturk anî ziman ku di rewşên wiha de piştevanî pir girîng eû got ku ev piştevanî di hemû şert û mercan de helwesteke baş a giştî ye li hemberî tenêhiştinê.    'DIXWAZIN MODELA XWERÊVEBERIYÊ BIFETISÎNIN'   Ozturk, diyar kir ku binçavkirina ji ber parvekirina wî ya der barê Kobanê de jî wekî heyfa ji têkoşîna Kobanê bilêv kir û got ku bi vî awayî tenêhiştina têkoşînê û fetisandina modela xwerêveberiyê tê armanckirin. Ozturk destnîşan kir ku desthilat bi vî awayî dixwaze siberoja xwe mîsoger bike.    Ozturk di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca sereke ya van zext û binçavkirinan afirandina civakeke kole ye û got ku her ku di zilmê de israr bike ew ê jî her di lêgerîna ji bo mafan de israr bikin.    MA / Tolga Guney