Jin dê li dijî tundiyê di 25’ê Mijdarê de li Mecîdiyekoyê bicivîn 2023-11-23 10:37:26   STENBOL - Jin dê bi dirûşmeya “Faîl li malê, li Meclisê, li kargeh, li dibistanê ne; jin li dijî tundiya mêr-dewletê li kolanan in” di 25’ê mijdarê de li Mecîdiyekoyê bicivin.    Amadekariyên jinan ên 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî didomin. Jin li dijî her cure tundiya li ser jinê, qetlîam, tacîz, tecawiz û serdestiya mêrsalar, dê gotin û daxwazên xwe li qada Mecîdiyekoya Stenbolê, saet di 16.00’an de bînin ziman. Dirûşmeya îsal jî weke “Faîl li mal, li Meclis, li kargeh, li dibistanan in, jin li dijî mêr-dewletê li kolanan in” hate diyarkirin û dê çalakî bi meşekê bi dawî bibin.    LI DIJÎ TUNDIYÊ BER BI QADAN VE   Ji Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Newroz Tugçe Ozçelîk amadehiyên dawî yên jinan nirxand in ji bo 25’ê Mijdarê bang tevlibûnê kir û got: “Em ê îsal li dijî her cure tundiyê li qadan bin. Sala par jinan li Tunela Taksîmê di 25 Midarê de meşiyan, bi tundiya dewletê re rû bi rû man. Îsal em ê li dijî dengderxistina her cure tundiyê, li qadan bin.”   ‘PIŞTGIRIYA JINAN GIRÎNG E’   Ozçelîk bal kişand ser giringiya 25’ê Mijdarê û anî ziman ku îsal li her dereke cîhanê tundiya dewleta mêr a milîtarîst heye û ev yek rasterast bandorê li jinan dike. Ozçelîk bi bîr xist ku şerê Îsraîl û Filistînê û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman çarçoveyê de ne û got: “Li Îsraîl, Filistîn û Rojavayê Kurdistanê di şer de laşê jinan tê teşhîrkirin, jin weke alavekî şer tê destgirtin û jiyana wan di xetereyê de ye. Em di atmosfereke wiha de ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin û ji ber wê piştgiriya jinan gelek girîng e.”    ‘DENG DERXISTIN SEKNA ME YE’   Ozçelîk, da zanîn ku mijareke wan a din jî jinên ji erdhejê bi bandor bûne û pirsgirêkên wan in. Herwiha Ozçelîk ser pirsgirêkên giştî yên jinan sekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişên li dijî qanûna 6284’an û mafê nefeqeyê berdewam dikin. Em di atmosfereke ku gefê li jinan û hevalbendên wan tên xwarin de dikevin 25’ê Mijdarê. Lê dîsa jî dengderxistina li dijî tundiya dewlet, polîs û darazê sekna me ye û ev yek dê 25’ê Mijdarê de bibe çalakiya me.”   NAVNÎŞAN QADA MECÎDIYEKOYÊ YE   Ozçelîk destnîşan kir ku ew ê wek jinên li Tirkiyeyê bi piştevaniya jinên Rojava û Filİstînê dakevin kolanaN axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi polîtîkayên AKP’ê jin bi polîtîkayên tundiyê, mêtingeriyê hefsa malan dikin û em ê li dijî vê yekê li qadan bin. Me 25’ê Mijdara îsal weke têkoşîna li dijî her cure êrişên ser beden, mafê jinê girte dest. Em ê li Mecîdiyekoyê bicivin û meşa xwe li dar bixin. Em bang li hemû jinan dikin ku bila 25’ê Midarê, saet di 16.00’an de li Qada Mecîdiyekoyê bin.”   MA / Esra SolÎn Dal