Cenazeyê murettabakî din hate dîtin 2023-11-23 12:35:22   ZONGULDAK – Cenazeyê kesek din ê ji mürettebata keştiya barê ziwa ya ji ber bagera dijwar, li Behra Reş derketibû û noqî ava kiribû, hate dîtin. Xebatên peydakirina 10 kesên winda jî berdewam dike.    Li Behra Reş a derdorê Zongûldakê, keştiya barê ziwa a bi navê “Kafkametler”, bi 11 kesên murettebata xwe ve 5 roj berê ji ber bagera dijwar noqî avê bû. Di encama xebatên peydakirina kesên winda da, îro noqavan ji 25 mîtroyên di bin avê de, cenazeyê keseke din, ji keştiyê derxistin.    Nasnameya kesê hatiye derxistin, dê piştî karûbarên otopsiyê ya li Saziya Tipa Edlî, diyar bibe.    Karûbarên peydakirina 10 kesên din jî berdewam dike.    Cenazeye Metîn Ûsta yê ji 12 kesên mürettebata keştiya noqî avê bûbû, di 20 mijdarê de hatibû dîtin