Umît Ozdag, protokala ‘veşartî’ ya bi Kiliçdaroglû re îmze kiribû parve kir 2023-11-23 13:26:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag, protokola ‘veşartî’ ya ku piştî hilbijartina Serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma, bi Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Kemal Kiliçdaroglû re îmze kir bû parve kir.   Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Kemal Kiliçdaroglû piştî hilbijartina Serokkomariyê ya di 14’ê gulanê de hate kirin ji tûra duyemîn re ma, lêgerînên xwe yên tifaqê berfirehkirin û bi Serokê Giştî yê Partiya Zaferê re hevdîtin kirin û piştî vê hevdîtinê îdia kiribû ku bi Umît Ozdag re protokolek îmze kiriye.    Hatibû îdiakirin ku heke hilbijartin hatibûya qezenckirin Kiliçdaroglû da 3 wezaretan û Serokatiya MÎT’ê bide Partiya Zaferê û îdiaya ku ji aliyê berdevkê partiyê Faîk Oztrak ve hatibû derewandin, ji aliyê Kiliçdaroglû ve hatibû piştrastkirin.    Wê demê Partiya ÎYÎ, DEVA û Gelecekê yên di nava Tifaqa Milet de cih digirin bertek nîşanî Kiliçdaroglû dabûn.    Umît Ozdag ew protokola veşartî û di pêvajoya hilbijartinê de hate nîqaşkirin li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal îro parve kir.