ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-24 09:00:09   * Aktivîsta mafên jinan Zozan Ozgokçeyê got: "Em ê di 25'ê Mijdarê de têkoşîna xwe mezintir bikin."    * Wezareta Karên Navxweyî ku pêşniyaznameyeke der barê texrîbkirina goristaneke li Şirnexê ku ji aliyê leşkeran ve hatibû kirin bersivand, derpêş kir ku der barê personelê ku li dijî mewzûatê tevgeriyaye de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    * Zanyara Siyasetê ya Misirî Fernas Attîa anî ziman ku têkoşîna wan dê dûr û dirêj bidome û got: "Em berdewama wê têkoşînê ne ku me ji Zanobia, Nefertiti, Hatshepsut, Shajarat al-Durr, Dr. Suhair Al-Qalamawi, zanyar Samira Moussa û gelekên din dewr girtiye. Em ê li ber xwe bidin."    * Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş anî ziman ku ew ji bo bi temamî jiholêrakirina nêrzatiya di çapemeniyê de têdikoşin û got: "Her ku ziman diguhere feraset, her ku feraset diguhere kes diguherin."    * Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinbûyîna xwe xurt dikin, bi Hiqûqa Malbatê ya ji 6 sernavan û 41 xalan pêk tê, malbatê ji nû ve pênase kirin.   * Îlaca çandînîyê Roundup a madeya glifosat di nav de ye û li gelek welatan bi hinceta ku dibe sedema penceşêrê hatiye qedexekirin li Tirkiyeyê tê bikaranîn. Endezyarê Çandiniyê Serhat Altandag, diyar kir ku bikaranîna vî îlacî nayê kontrolkirin û bikaranîna wî di salên dawî de zêde bûye.   * Berdana girtî Mûstafa Fîlîtoglû yê cezayê lê hatiye birîn xelas kiriye, bi hinceta kû “di rewşeke baş de nîn e” 6 mehan hate taloqkirin.    * Baxçeyê ku qeyûmê Cizîrê propagandaya wê dikir û digot; “Dê 12 mehên salê şîn be” û ji bo çêkirina wê 4 milyon lîre hatine xerckirin, ev 5 sal in nehatiye temamkirin û niha ji baxçe tenê sergoya hesinan ma ye.    * Danişîna Doza Kobanê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin dê berdewam bike. (10.00-19.00)   * Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê dê li gelek bajaran çalakî û aktîvîte bên lidarxistin. (10.00-19.00)   * Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê têkildarî kongreya ku dê di meha kanûnê de li dar bixin de li avahiya DBP’ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.30)   * Şaxa ÎHD’a Amedê û Komeleya Jinan a Starê dê raporên ku têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan amadekirine aşkere bikin. (12.00)   * Rêxistinên ciwanan ên li Îzmîrê dê têkildarî zexta dewletê li ber Navenda Çanda Turkan Saylan a Alsancakê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.30)