Îlaca çandiniyê ku li gelek welatan qedexe ye li Tirkiyeyê tê bikaranîn 2023-11-24 09:00:58   RIHA - Îlaca çandînîyê Roundup a madeya glifosat di nav de ye û li gelek welatan bi hinceta ku dibe sedema penceşêrê hatiye qedexekirin li Tirkiyeyê tê bikaranîn. Endezyarê Çandiniyê Serhat Altandag, diyar kir ku bikaranîna vî îlacî nayê kontrolkirin û bikaranîna wî di salên dawî de zêde bûye.   Îlaca çandiniyê Roundup ku madeya glifosat di nav de ye, di çandiniyê de tê bikaranîn û ji aliyê şîrketa kîmyewî ya Amerîkî Monsato ve tê hilberandin. Îlaca ku ji aliyê şîrketa dermanan a Alman Bayerê ve hatibû kirîn, li gelek welatan bi hinceta ku dibe sedema penceşêrê hat qedexekirin. Di doza ku ji bo qedexekirina îlacê li Tirkiyeyê hat vekirin de, di sala 2020’an de 18’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê biryara betalkirina lisansa îlacê da. Lê belê rayedarên şîrketê doz bir dadgeha bilind û dadgehê biryar betal kir. Piştî betalkirina biryarê, parêzerên ku doz vekirin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.   Tevî ku Ajansa Lêkolînên li ser Penceşêrê (IARC) ya giredayî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ye (WHO) diyar kir ku dermanê Roundup ku madeya glifosat di nav de ye, dibe sedema penceşêrê, lê di salên dawî de li Kurdistan û Tirkiyeyê bikaranîna wê zêde bûye. Ew yek ji dermanên ku herî zêde di çandiniyê de têne bikar anîn e. Ji ber ku îlac ji aliye Wezareta Çandinî û Daristanê ve nayê kontrol kirin û li gorî destûrnameya îlacê tevnagere, ji bo kesen wê îlacê bikartînin jî dibe sedema nexweşiyan. Endezyarê Çandiniyê Serhat Altandag ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û zerarên îlaca Roundup ku madeya glîfosat di nav de ye vegot.   Endezyarê Çandiniyê Serhat Altandag   ZIRARA WÊ YA XWEZA Û MIROVAN   Altandağ, da zanîn ku di salên dawî de li bajarên wekî Riha, Amed û Mêrdînê bikaranîna wê îlacê zêde bû ye û wiha got: “Rêjeya bikaranîna wê di salên dawî de pir zêde bûye. Ev maddeya bibandor li gorî lîsansa wê bê bikaranîn jî ji bo tenduristiya mirovan zerar e. Bikaranîna wê îlacê ji bo mirov, sewal û xwezayê xetereyên cidî çêdike. Li gorî lêkolînan di cotkarên ku vê îlacê bikartînin de nexweşiyên gurçik û kezebê yên kronîk hatine tespîtkirin. Dîsa Ajansa Lêkolînên Penceşêrê ya Navneteweyî destnîşan kir ku ev îlac di mirovan de dibe sedema nexweşiyên kanserojen.”   “BI DESTÛRA DEWLETÊ TÊ BIKARANÎN   Altandag diyar kir ku îlaca Roundup di çandiniyê de ji sedî 65 tê bikaranîn û bi destûra dewletê tê bikaranîn. Altandağ destnîşan kir ku dewlet ji bo berjewendiya xwe rê li ber firotina îlacê nagire û ev tişt gotin: “Glîfosat bi gelemperî di paqijkirina mêrg û balafirgehan de tê bikar anîn, ji hêla gelek enstîtûyên lêkolînê yên navneteweyî ve nayê pejirandin jî, ew bi destûra firotinê ya dewletan tê bikar anîn. Sermayedar û hevkarên wan vê îlacê li çaraliyê cîhanê difiroşin. Ji ber vê yekê dewlet tevî xetereyên ku ji tenduristiyê re çêdike jî destûra firotina didin. Wezareta Çandinî û Daristanan û yekîneyên pêwendîdar ji bikaranîna vê berhemê haydar in. Wezareta Çandinî û Daristanan bikaranîna vê berhemê li derveyî lîsansa we qedexe kiriye, lê ji ber ku kontrol nîne, ev berhem li derveyî lîsansa xwe tê bikaranîn û cotkar bi hêsanî dikarin vê berhemê bi dest bixin.”   ‘COTKAR JI ZERARA WÊ NE HAYDAR IN’   Altandag, destnîşan kir ku gelek cotkar bêyî ku haya wan ji xetereya wê hebe Roundupê bikartînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Cotkar ji ber faktorên avhewayê ji bo berhem zû zuwa bibe û çinînê zû bike vê rêbazê bikar tînin. Dema ku dermanên kîmyewî tên bikar anîn, ew dibe sedema windabûna ji sedî 25 a berhemê jî. Dema em serdana zeviyan dikin em cotkaran der barê zirarên vê îlaca kîmyewî de agahdar dikin. Gelek cotkar di ferqa xetereyên vê îlaca kîmyewî de nînin. Her çend berhema garis divê bi rêyên xwezayî were zuwa kirin jî, ji ber ku bi îlaca kîmyewî tê zuwakirin xetereyên cidî yên tenduristiyê çêdike. Em ji cotkaran re pêşniyar dikin ku li gorî avhewayê bi rêyên xwezayî berhemê zuwa bikin û îlacên kîmyewî bikarneînin.”   MA / Mahmût Altintaş