Baxçeyê ku 4 milyon lîre mesref lê hate kirin ev 5 sal in şîn nebûye! 2023-11-24 09:35:11   ŞIRNEX - Baxçeyê ku qeyûmê Cizîrê propagandaya wê dikir û digot; “Dê 12 mehên salê şîn be” û ji bo çêkirina wê zêdetirî 4 milyon lîre hatin xerckirin, ev 5 sal in nehatiye temamkirin û niha veguyeriye sergoya hesinan.   Li ser fermana qeymeqam û qeyûmê navçeya Cizîr a Şirnexê yê demê Faîk Arican, di sala 2018’an de li qeraxê Çemê Dîcleyê li Taxa Konakê bi 4 milyon û 126 hezar û 538 lîre 68 qirûşan “Baxçeyê Emûdî yê Dîcleyê” hate çêkirin. Baxçeyê behsa xeberê bi dirêjiya 500 metreyan bû û dihat gotin ku dar û kulîlkên ku 12 mehên salê şîn bimînin bên çandin. Ji ber terkexemiyê, dar û kulîlkên li baxçeyê hişk bûn û baxçe veguherî sergoya hesinan. Di sala 2019’an de jî ji ber sedemeke nediyar şewat derket û baxçe bi temamî terkî qedera xwe hate kirin.    Di sala 2019'an de şaredarî kete destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lê ji ber deynên serdema qeyûman, baxçeyê behsa xeberê nehat çêkirin. Hat zanîn ku 2 milyon deynê baxçeyê ma ye. Bi ser çêkirina baxçeyî re 5 sal derbas bûn lê hêj jî baxçe şîn nebûye.    HÊJ JÎ DEYNÊN ŞAREDARIYÊ HENE   Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, têkildarî rewşê axivî. Kutlu, baxçe li dijî qanûna şaredariyê hatiye çêkirin û ev tişt anî ziman: “Tevahiya texrîbatên qeyûman li dijî mewzûata şaredariyê ne. Bexçeyê emûdî jî yek ji wan bû. Dema ku me şaredarî careke din bi dest xistî, me dît ku qeyûm ji bo vê projeyê gelek pere xerc kiriye û nêzî 2 milyon deyn hiştiye. Tevliheviyeke mezin di vê projeyê de hebû. Her wiha ev baxçeye li gorî erdnîgariya Cizîrê nîne. Her dar, her kulîlk li her derê şîn nabin. Diviya bû bihata lêkolînkirin lê nekiribûn. Tevî vê jî mesrefeke zêde kiribûn. Qeyûm tenê ji bo mesrefê bike ev baxçeye çêkiribû.”    ‘BI VÎ PEREYÎ DIKARIYAN BINESAZIYA CIZÎRÊ ÇÊKIRIBÛNA’    Kutlu, got ku qeyûm bi vê îhaleyê derdora xwe dewlemend kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Hêj niha jî şaredarî ji ber wê projeyê deyndar e. Proje bi 4 milyonan hatiye çêkirin lê yên ku proje çêkirine dibêjin; ‘şaredarî bo me 2 milyon lîreyan deyndar in.’ Pereyê gel hatibû xerckirin. Her qeyûmê nû hatî û ev qirêjî dîtî, xwe nexist bin vî barî. Niha jî baxçe terkî qedera xwe hatiye kirin. Bi vî pereyê ku ji bo wir hatiye xerckirin dikariyan binesaziya Cizîrê bi temamî çêbikin. Lê ev pereye tenê ji bo dewlemendkirina AKP’iyan hate xerckirin.”    MA / Zeynep Durgut