Di êrişa dewleta tirk a li dijî Amûdê de welatiyek hate qetilkirin 2023-11-24 14:21:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Navçeya Amûdê ragihand ku di encama êrişa bi SÎHA’yan a Tirkiyeyê de welatiyek hate qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn.    Dewleta tirk duh bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî wesayîteke li navçeya Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Meclisa Navçeya Amûdê diyar kir ku di encama êrişa şevê din de welatiyek hate qetilkirin û 2 welatî jî birîndar bûne.    Meclisê li dijî êrişên dewleta tirk banga hestiyariyê kir.