Derbarê 7 HDP’iyan de biryara berdanê hate dayîn 2023-11-24 15:48:48   MÊRSÎN - 7 HDP’iyên ji ber xebatên partiyê 6 meh in li Mêrsînê girtî bûn, di danişîna ewil de hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nav de 7 HDP’iyên piştî di 23’yê Gulanê de li Mêrsînê hatin binçavkirin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Danişîna ewil a doza 7 jê girtî 11 kesên tên darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hate lidarxistin.    Hevserokê HDP’a Yenîşehîrê yê berê Emrah Denîz, endamên Meclîsa Ciwanan ên Partiyê Mazlûm Gok, Mehmet Halîs Saykan, Ozkan Yalçin û Mehmet Can Îlîngî, Demhat Gokalp û Azat Taş ku ji sedî 85 astengdar e di danişînê de amade bûn. Îbrahîm Kaylan, Huseyîn Tûrhan, Devrîm Aydin û Sureyya Ceylan ên negirtî dihatin darizandin jî tev li danişînê bûn.    Piştî ku kurteya îdianameya xebatên partiyê kiriye mijara sûc hate xwendin, tespîta nasnameyan hate kirin. Girtiyên ku parastin kirin, diyar kirin ku xebatên wan ên partiyê hatine îlegalîzekirin û bi vî şiklî hatine sûcdarkirin. Girtiyan daxwaza berdan û beraeta xwe kirin.    BIRYARA BERDANÊ    Parêzeran jî diyar kirin ku muwekîlên wan ne “endamên rêxistinê” ne û bi xebatên partiyê tên sûcdarkirin. Parêzeran destnîşan kirin ku muwekîlên wan bi awayekî vekirî xebatên xwe kirine.     Dozger, biryara berdewama girtina HDP’iyên girtî da. Şandeya dadgehê, bi şertê kontrola edlî HDP’î berdan. Danişîn taloqî dîrokeke pêş hate kirin.