ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-25 09:00:05   * Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê daxwaza girtiyan a ji bo amûra dawerivandinê bi hinceta "ewlehiyê" hat redkirin.    * Li Farqînê avahiyên dîrokî ku nûnertiya dîroka bajêr dikin, bi tunebûnê re rû bi rû ne. Avahiyên dîrokî bûne cihê tiryakkêşan.    * Rêveberê NADA Abeer Hassaf anî ziman ku berxwedaniya jinan û îtifaqê wê her roj mezintir dibin û wiha got: "Astengiya li ber rêxistineke jinan a gerdûnî, dîwarên netew-dewletan e. Divê jin rêxistin û tifaqa xwe xurttir bikin û wî dîwarî hilweşînin."   * Aktivîstê mafên mirovan ê filistînî Îssa Amro diyar kir ku gava dewlet piştgiriya Îsraîlê nekin, dê Îsraîl nikaribe êrişên xwe bidomîne û got: "Em dixwazin wekî neteweyeke xwedî mafên wekhev û azad bin."    * Agahînewergirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 33 meh li dû xwe hiştin. Ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha 475 serlêdanên hatine kirin jî bê encam mane.    * Ji rojnameger Silêman Ehmed ê ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin ev 32 roj in tu agahî nayên girtin. Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku hemû serlêdan û hewldayin bê encam mane û got: "PDK li xwe mikur hat ku Silêman Ehmed ji aliyê hêzên wê ve hatiye revandin. Lê belê asayîşa Hewlêr û Dihokê îdîa dikin ku Ehmed ne li gel wan e."    * Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan dê li navenda partiya xwe bi Yekitiya Komeleyên Îzmîr û Erziromê û Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal re bicive. (11.00/13.30)   * Dayikên Şemiyê dê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û darizandina faîlên wan dê cara 974’emîn li Qada Galatasarayê bên bahev. (12.00)   * Ji bo piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re dê li Enqere û Mêrsînê daxuyanî bên dayîn. (12.00)   * Malbatên Windakiriyan û ÎHD dê li Amed û Êlihê çalakiyên xwe bidomînin. (12.00)   * Ji bo girtiyên nexweş dê li Îzmîr, Enqere û Stenbolê daxuyanî bên dayîn. (12.00-13.30)   * Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê dê li dijî bêhiqûqiyan ji Konakê heta Qada Cûmhûriyetê “Meşa Demokrasiyê” li dar bixin. (16.30)    * Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî de dê li Wan, Amed û Stenbolê meşen girseyî bên lidarxistin. (10.00/16.00/16.00) ZINDΠ   * Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî de dê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî û aktîvîteyên cûr bi cûr bên lidarxistin. (10.00-19.00)