Aktivîstê filistînî Amro: Em doza jiyaneke wekhev û azad dikin 2023-11-25 09:01:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîstê mafên mirovan ê filistînî Îssa Amro diyar kir ku gava dewlet piştgiriya Îsraîlê nekin, dê Îsraîl nikaribe êrişên xwe bidomîne û got: "Em dixwazin wekî neteweyeke xwedî mafên wekhev û azad bin."    Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê ji 7 Cotmehê ve didomin. Di navbera Îsraîl-Hamasê de jî peymana pevguherandina dîlgirtiyan hat çêkirin. Peyman di 24'ê mijdarê de ket meriyetê û tê payin dê agirbest 4 rojan bidome. Li gorî daneyên Ofîsa Çapemeniyê ya li Xezeyê; di navbera 7'ê cotmeh û 23'yê mijdarê de 14 hezar û 854 kes di êrişan de jiyana xwe ji dest dane û 6 hezar û 800 kes jî winda ne.    Aktivîstê mafên mirovan ê filistînî Îssa Amro   Parêzvanê mafên mirovan Îssa Amro ku rewşa dawî ya li Xezeyê nirxand, diyar kir ku gelê Filistînê dixwaza bi awayekî azad û wekhev bijî.    Amro diyar kir ku Îsraîl bi awayekî "hovane" êrişî filistîniyên sivîl kiriye û got: "Hema bibêje 50 roj in em bêyî xwarin hebe li Kerrvilleyê bi tirs û xof dijîn. Ez jî rastî êrişê hatim. Di 7'ê Cotmehê de ji aliyê leşkeran û niştecihên îsraîlî ve 10 saetan bênavber rastî tundî û îşkenceyê hatim. Zirar dan kamerayên min, baxçeyê min texrîb kirin. Gelek caran bi kuştinê gef li min xwarin."    DI BIN ÇAVAN DE ÎŞKENCE   Amro bilêv kir ku leşkerên Îsraîlê bi xirabî êzî dîlgirtiyên filistînî dibin û got: "Pir xirab nêzî girtiyan dibin, li wan dixin, wan birçî dihêlin. Bi vî awayî dîmenên wan digirin. Gava ez di binçavan de bûm, heman tişt hatin serê min jî û ez rastî êrişên zayendî yên leşkerên Îsraîlê hatim. Em wiha difikirin ku heya niha zêdetirî 2 hezar û 500 girtiyên filistînî hene."   JIYANEKE WEKHEV Û AZAD   Amro diyar kir ku gelê Filistînê jî wekî hemû gelên din xwedî fikirên siyasî yên cuda ye û got: "Di nava gelên Filistînê de jî nêrînên siyasî yên cuda hene. Piraniya ciwanên filistînî piştgiriya tu partiyê nakin. Filistînî doza jiyaneke aştiyane, azad, biedalet û wekhev dikin. Ji 7'ê Cotmehê heya niha nêzî 20 hezar filistînî hatin kuştin û bi hezaran kes jî winda ye. Ji ber zextên leşkerên Îsraîlê bi hezaran jê ji bêgavî terka malên xwe kirin. Hin hêz naxwazin çareseriyeke dualî ya dewletan çêbibe. Ên bijarde jî aştiyê naxwazin û me ber bi neçareseriyê ve dibin. Ya ku ew dixwazin ev e."   Amro bilêv kir ku piştgirê herî mezin ê Îsraîlê DYA ye û got: "Îsraîl bêyî piştgiriya DYA'yê dê nikaribe vê êrişê demeke dirêj bidomîne. Amerîka Îsraîlê bihêz dike. Ji bo bidawîbûna vê piştgiriyê û şertdanînê berprisiyareke mezin dikeve ser milê gelê Amerîkayê. Divê dewlet piştgiriya Îsraîlê nekin."