Polîsekî hewl da destdirêjî zarokeke astengdar bike 2023-11-25 10:16:38   AMED - Li navçeya Xana Axpar polîs Velî Ç. Hewl da destdirêjî zarokeke astendgara zîhnî bike. Der barê polîs de tu kirarî nehatin kirin lê der barê birayên zarokê de bi hinceta Velî Ç. derb kirine kirarî hatine kirin.    Derket holê ku li navçeya Xapa Axpar (Çinar) a Amedê di 22’yê mijdarê de polîsê bi navê Velî Ç. Hewl daye destdirêjî zaroka ji sedî 90 astendara zîhnî bike. Li gorî nûçeya JINNEWS’ê piştî zarok ji holê winda dibe malbat diçe Qerekola Leşkeran a TRT’ê û îxbara windabûnê dike.   Piştî malbat çû qereqolê kekên zarokê bi derfetên xwe li xwişka xwe geriyan. Zarok saetek şûnde piştî bûyerê bi awayekî ser û çavên wê hemû herî tê malê. Kekên zarokê di îstasyoneke petrolê de ku li ser rêya Bismilê ye di wesayîta Velî Ç. de montê zarokê dibînin. Li ser vê di navbera polîs û kekên zarokê de gengeşe derdikeve.   LEŞKER NEHATIN   Kekên zarokê li leşkeran digere û gilî dike. Lê tevî demek dirêj derbas dibe jî leşker nayên û malbat li ser vê polîsî dibin radestî qereqolê dikin.    Lê derket holê ku li qerekolê derbarê faîl de têkildarî êrişa zayendî  tu kirarî nehatine kirin û der barê kekên zarokê de bi hinceta polîs derb kirine kirarî hatine kirin.