HEDEP’ê ji bo piştevaniyê serdana Dayikên Şemiyê kir 2023-11-25 14:38:26   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari ku serdana Dayikên Şemiyê kir, peyama piştevaniyê da.     Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari bi şandeyeke ku parlamenterên HEDEP’ê Pervîn Bûldan û Kezban Konûkçû jî di nav de bi armanca piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re serdana Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kirin.     PEYAMA PIŞTEVANIYÊ    Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari ku di serdanê de axivî, destnîşan kir ku tevî hemû zextan Dayikên Şemiyê bi paş ve gav neavêtin û wiha got: “Her rojên şemiyê li qadan bûn. Me jî qasî hêza me têra kir piştevaniya xwe ya bi we re mezin kir. Em ê ji niha şunde jî vê hêzê mezin bikin. Li vî welatî windahiyên gelek cidî çêbûn. Ji bo ku windakiriyên li vî welatî derkevin holê têkoşîna hûn dimeşînin gelek bi wate ye. Ez di vê têkoşînê de serkeftinên bêdawî ji we re dixwazim.”   Hatîmogûllari bal kişand ku ji ber 25’ê Mijdarê Taksîm û Qada Galatasarayê hatine dorpêçkirin û anî ziman ku li dijî hişmendiya qedexeker û astengker divê têkoşîneke hevpar bê meşandin. Hatîmogûllari axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qasî ku em vê piştevaniyê mezin bikin em ê wan qadên xwe yên di bin çavan de azad bikin. Em ê bikaribin rûbirûbûna dîrokî pêk bînin û em ê karibin bi hev re berpirsyarên vê pirsgirêkê darizînin.”   Serdan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.