Berdevka HEDEP’ê: Li her derê gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike 2023-11-26 15:06:25   STENBOL - Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan diyar kir ku li her derê gel daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike û wiha got: “Heke gel serî rake dikare her kesî azad bike.”    Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) bi dirûşma “Bi nirxên xwe yên cewherî ber bi azadiyê ve”, li Eywana Dawetan a li Kagithaneyê 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Malbatên xizmên xwe windakirin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li kongreyê bûn. Li eywana kongreyê pankartên “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” û “Em ê birêxistinkirina malbatan tecrîdê bişkînin û meşa xwe ya azadiyê bilind bikin” hatibûn daliqandin û beşdaran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.    ‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN’   Hevseroka ANYAKAYDER’ê Evîn Genç di kongreyê de axivî. Genç, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û got ku ew bi tu awayî tecrîdê qebûl nakin. Genç, wiha dom kir: “Tecrîdkirina birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina me tevan. Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê em tevek tişta ji dest tê bikin.”    ‘DIJMINATIYEKE KÛR E’   Hevserokê ANYAKAYDER’ê Ayhan Yildiz jî got ku ew li dijî zîhniyeteke ku rêzê ji goristanan re nagire têdikoşin û ev tişt anî ziman: “Li dijî me dijminatiyeke ewqas mezin tê kirin ku li dijî hevalên me çekên kîmyewî tên bikaranîn û wan qetil dikin. Em tevek jî şahidên tecrîda li ser birêz Ocalan in. Em vê qebûl nakin. Em di nava şertên wiha zehmet de dixebitin. Lê paşdegavê naavêjin. Me hewl da pirsgirêkên malbatên xwe çareser bikin û çûn serdana wan.”    ‘BERXWEDANEKE GELPARÊZ E’    Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan jî di kongreyê de destnîşan kir ku qedera kurdan ne tenê li çiya, zindan û sirgûnê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî bes e, dem dema serkeftinê ye. Ev sedsal dê bibe sedsala gelan û gelê kurd pêşengtiyê dike. Erê rast e pêvajoyeke zehmet li pêşiya me ye. Dixwazin me asteng bikin, ji hev parçe bikin û bibêjin ‘kurdên baş, kurdên nebaş hene.’ Lê belê armanca wan ew e ku kurd nebin xwedî tu tiştek. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî ev feraset heye. Lewma divê em xwedî li berxwedana gelê xwe ya heta roja me berdewamkirî derkevin. Ji bo vê jî hilbijartinên şaredariyan dê bibe nîşaneyeke girîng. Dê nekarin me ji hev parçe bikin ji ber ku ev berxwedan ne berxwedaneke şexsî, berxwedaneke gelparêz e.”    ‘EM Ê BI PÊŞENGTIYA KURDAN VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN’    Dogan, got ku hewldana ji bo guherandina navê partiya wan heye û wiha pê de çû: “Dibêjin HEDEP, HADEP e. Rast e, HEDEP; HEP e, DEP e, HADEP e, DEHAP e, DTP ye. Ew mîras ne mîraseke nû ye. Em ê bi ser kevin û bi pêşengtiya kurdan vê pergalê biguherînin. Lewma divê em xwe amade bikin, xwedî li xwe derkevin, gel qaneh bikin. Divê ji ewil em li Stenbolê dengê xwe zêde bikin.”   AZADIYA OCALAN   Di berdewamê de Dogan bal kişand ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “We got; ‘Bê Serok jiyan nabe.’ Madem bêyî birêz Ocalan nabe, ma êdî ne bes e. Her wiha êdî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re jî bes nakin. Her devera em diçinê gel dibêje; ‘Em dixwazin birêz Ocalan azad bibe.’ Nifte di destê me de ye. Bi tecrûbeya xwe em hîn bûne. Heke gel serî rake dikare her tiştî bike. Heke gel bixwaze dikare her kesî azad bike. Tenê daxwazeke me heye. Em dixwazin Destûra Bingehîn a nû li ser esasên demokrasî, aştî û wekheviyê be. Em dixwazin nasname, ziman û hebûna xwe tê de bibînin. Em tenê dikarin destûreke bingehîn a bi vî rengî qebûl bikin. Divê vê jî bizanin ku heke bi kurdan re tifaqê çênekin dê nekarin bi ser kevin.”    Piştî xwendina raporên fealetiyê yên ANYAKAYDER’ê, rêveberiya nû hate diyarkirin. Emîne Aslan û Ayhan Yildiz weke Hevserokên ANYAKAYDER’ê û Mehmet Arinç, Turkan Acar, Îkram Guler, Şukran Dîler, Huseyîn Arvas û Zubeyde Gulsul jî weke rêveberiya komeleyê hatin diyarkirin.    Kongre, bi stranên Koma Hevrayê bi dawî bû.