Bayindir: Em ê deriyên Îmraliyê bişkînin, Ocalan azad bikin 2023-11-26 15:53:22   Bayindir: Em ê deriyên Îmraliyê bişkînin, Ocalan azad bikin   ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya rêxistina partiya xwe ya Êlihê de destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya di Meşa Azadiyê de derxistinê pêş bidomînin û wiha got: “Em ê deriyên Îmraliyê bişkînin û birêz Ocalan azad bikin.”   Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê bi tevlibûna Hevsrokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li eywaneke dawetê hat lidarxistin. Parlamentera HEDEP’ê ya Êlihê Zeynep Oduncu, akîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Ked û Demokrasiyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endamê MYK’a DBP’ê Mûrat Kiliç, Hevşaredarên Êlihê yên şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin Mehmet Demîr û Songul Korkmaz û sedan kes tev li kongreye bûn. Pankartên “Bi civaka rêxistinbûnî ber bi jiyana azad ve”, “Li dijî şer, tundî û xizaniyê; dema azadiya jinê ye”, “Tecrîdê bişkîne, faşîzmê perçe bike, Rêbertî azad bike”, “Terorîst bavê te ye” hatin daliqandin. Di kongreyê de stran hatin gotin, govend hatin gerandin û dirûşmên “Bîjî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”,  “Xeta me Bêrîtan e, Rêberê me Ocalan e”, “Bîjî berxwedana zindanan, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berzkirin.    ‘ME LI DIJÎ FERASETA TALANÊ PAŞDEGAV NEAVÊT’   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û kesên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr anî. Bayindir, diyar kir ku qeyûman şaredarî talan kirine û ev tişt anî ziman: "Me li dijî siyaseta talanê paşdegav neavêt û em ê neavêjin jî. Li bajêr lêhî rabû 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes mexdûr bûn. Dîsa êrişên desthilat AKP-MHP’ê yên li ser gelê kurd tu sînoran nas nakin. Devleta tirk bi qasî 10’an zilma Îsralê li Filistînê kiriye, kir. Niha radibin ji bo Filistînê banga hişyariyê dikin. Heman demê de dewletên li Rojhilata Navîn çavên xwe li qetlîamên ser kurdan girtin, bêdeng man. Hemû tiştên ew ji bo Filistînê dikin, şov e.”   ‘AN AZADÎ YAN AZADÎ’   Bayindir, li ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin sekinî û wiha got: “Tecrîd astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn e. Desthilat dixwaze şer bike û desthilatdariya xwe bidomîne. Em jî dibêjin di lêgerîna bêyî birêz Ocalan de çareserî nîne. Em ê têkoşîna xwe ya ku me li Gemlîkê nîşan daye, bidomînin. Heya ku birêz Ocalan azad bibe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. An azadî yan azadî.”   HEVSEROKÊN NÛ   Di hilbijartinê de yek lîste hebû û Mehdiye Demîr û Resûl Çetîn weke Hevserokên DBP'a Êlihê yên nû hatin hilbijartin.