Dayika ku 9 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe bertek nîşanî neberdana wê da 2023-11-27 09:05:41   AMED - Berdana girtiya bi navê Sûdan Guven cara duyemîn hate taloqkirin. Dayika Guven, Gulistan Guven bertek nîşan da û wiha got: "Keça min birine girtîgeheke dûr. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ev 9 sal in nikarim biçim serdana wê."    Metîn Guven ê di sala 1992’yan de hate binçavkirin û girtin ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê ve ji ber sedemên siyasî bi îdiaya “yekitî û yekparêzebûna dewletê xera dike” bi cezayê muebbetê hat cezakirin. Piştî Guven cezayê lê hatibû birîn temam kir, dema berdana wî 6 mehan hate dirêjkirin. Guven, piştî dema hatiye dirêjkirin jî temam kir, di cotmeha 2022’yan de hate berdan. Dema Metîn Guven di girtîgehê de bû, vê carê xwişka wî Sûdan Guven hat girtin.   BERDANA WÊ CARE DUYEMÎN HATE TALOQKIRIN    Girtiya siyasî Sûdan Guven jî di sala 2009’an de di serdegirtinên malan ên li navçeya Bismila Amedê de hate binçavkirin. Guven ji ber di Partiya Aştî û Demokrasiyê de (DBP) li Agirî û gelek bajaran xebatên partiyê meşandin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê ku lê dihate darizandin bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û sûcdariyên têkildarî wê 15 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Guven dema cezayê lê hatiye birîn di 4’ê gulanê de temam kir. Lê çend roj beriya berdana wê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê berdana Guvenê 6 mehan taloq kir. Berdana Guvenê dû re di 26’ê cotmeha 2023’yan cara duyemîn 6 mehan hate taloqkirin. Tevlibûna çalakiya greva birçîbûnê ya ji ber tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, cezayên dîsiplînê yên beriya niha wergirtine, çalakiyên di girtîgehê de tevlibûyî û poşman nebûna Guvenê ji dirêjkirina dema berdanê re weke hincet hatin nîşandan.    ‘9 SAL IN NIKARE BIÇE HEVDÎTINA KEÇA XWE’    Çavên Gulistan Guven (80) a her du zarokên wê bi hev re di girtîgehê de bûn her tim li girtîgehan bû. Guven a ji ber pîratiyê bi zehmetî diaxive û ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê neçar maye ku bi kursiya biteker bijî, ev 9 sal in ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare biçe serdana zarokên xwe. Guven a bi kurê xwe yê ji girtîgehê derket re dijî, ji ber dirêjkirina berdana keça xwe ye bi bertek e. Guven, diyar kir ku bi salane ji ber nexweşiyên xwe nikariye serdana zarokên xwe yên girtî bike û wiha got: “Kurê min ê beriya niha di girtîgehê de bû û keça min a berdana wê dirêjkirin li cihekî ji min dûr in. Ji ber ku ez pîr im û girêdayî kursiya biteker im nikarim biçim hevdîtinê. 9 sal in nikarim biçim hevdîtina keça xwe.”   ‘JI BER KU KURD E NAYÊ BERDAN’    Guven, bertek nîşanî dirêjkirina berdana girtiyan da û wiha berdewam kir: “Ji ber ku em kurd in zarokên me nayên berdan. Ez ji bo girtiyan beraetê dixwazim. Em aştî û edaletê dixwazin. Keça min û hevalên wê berdin. Ez tenê ne ji bo keça xwe ji bo hemû girtiyên di girtîgehê de dixwazim. Hemû weke Sûdanê zarokên min in.”   ‘ME ÇI DÎT Û ÇI NEDÎT’   Guven, bi hestiyarî wêneyê keça xwe yê bi nameya di demekî nêzîk de jê re hatiye şandin, girt destê xwe maçî kir û got: “Me çi dît û çi nedît.”    MA / Mehmet Guleş