Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin 2023-11-27 11:38:07   WAN - Adnan Işik piştî qetilkirina belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, li şûna wî dest bi belavkariya rojnameyê kir û hatibû qetilkirin. Bi ser qetilkirina Işik re 30 sal derbas bûn û lê hêj jî kujerên wî nehatine dîtin.    Bi ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Ozgur Gundem û kovara Ozgur Halkê Adnan Işik 30 sal derbas bûn. Belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19'ê çileya 1993'yan de hate qetilkirin û Işik jî biryar da ku li şûna Karaagar dest bi karê belavkariyê bike. Işik, dema ber bi êvarekê ve vedigeriya mala xwe, di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin.    Tevî ku bi ser qetilkirina Işik re 30 sal derbas bûne jî kujerên wî nehatin dîtin û veguherî cînayeta kiryarnediyar.    PIŞTÎ ORHAN DEST BI BELAVKARIYA ROJNAMEYÊ KIR   Işik, di mehên dawî yên sala 1991’an de bi malbata xwe re ji gundê Tûm ê navçeya Serav/Mehmûdî yê Wanê koçî navenda Wanê kir û li bajarên cuda di karê înşaetê de xebitî. Piştî xebata bi salan, Işık zewicî û di Lokala Avahîsaz û Endezyaran a li Wanê de wekî garson dest bi kar kir. Piştî ku belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19’ê çileya 1992’yan de ji hêla 6 kesan ve hate qetilkirin, Işik li şûna wî di rojnameyê de dest bi belavkariyê kir.    Işik, çû buroya rojnameya Ozgur Gundem a Wanê, bi berpirsyarên rojnameyê re axivî û li kolanên bajêr dest bi belavkariya rojnameyê kir. Polîsan gelek caran ji bo ku karê dike berde gef li Işik xwarin. Tevî gefan jî Işik dest ji belavkirina rojnameyê berneda û gelek caran ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.    KUJER BI TOROSA SPÎ REVIYAN   Piştî demekê Işık bi hevalên xwe yên belavkariyê re plakaya torosa spî ya ku ew dişopand parve kir. Xebatkarên buroyê plakaya ku hatiye eşkerekirin dan Waliyê Wanê Mahmût Yilbaşi ku navê wî di gelek bûyerên tarî de derbas bûbû. Yilbaşi, got; "Ez ê pê re eleqedar bibim” lê têkildarî mijarê tu tiştek nekir. Di demekê ku gef zêde dibûn de Işik piştî kar li otobûsê siwar bû û nêzî mala xwe ya li Taxa Erekê peya bû. Işik, li cihê ku peya bûbû rastî êrişa çekdarî hat. Kesên êrişî Işik kirin siwarî torosa spî ya 50 mîtroyan li paş de disekinî bûn û ji cihê bûyerê reviyan.    FAÎL NEHATIN DÎTIN   Piştî êrişê Işik rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê û ji ber derfetên nexweşxaneyê tunebûn Işik sewqî nexweşxaneyeke Enqereyê kirin. Lê belê bi hinceta ku “rewşa hewa guncav nîne" Işik nebirin Enqereyê. Işik, di 27’ê mijdara 1993’yan saet 11.00’an de jiyana xwe ji dest da.    Piştre malbata Işik ji bo ku faîl werin dîtin gelek caran serlêdan kirin lê belê kujer bi tu awayî nehatin dîtin û dosye hate girtin.     ‘JI BO KUŞTINÊ ROJEK TAYBET HILBIJARTIN’   Pismamê Adnan Işik, Omer Işik wiha qala Işik kir: "Dema Orhan Karaagar hate qetilkirin Adnan biryar da ku dest bi kar bike. Kesekî girêdayî doza xwe bû û dizanî ku karê dike pir binirx bû. Kujer piştî bûyerê bi siwarbûna wesayîtekê reviya. Gelek şahidên bûyerê hebûn. Lê ji bo girtina kujeran tu gav nehatin avêtin. Ji bo kuştinê, rojeke taybet hate hilbijartin. Êriş, di şeva 27’ê mijdarê hatibû kirin. Xwestin gel bitirsînin û bêdeng bikin. Dema em li cînayetên din dinêrin, dîsa em dibînin ku dewleta kûr û gladyo rojên taybet hildibijêre. Gelê me, tevî yên din xwedî li Ednan jî derketin. Tevî berf û bagerê jî bi hezaran kes tev li merasîma cenazeyê wî bûn. Ez wî û hemû şehîdên Çapameniya Azad bi rêzdarî bi bîr tînim.”