Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin 2023-11-27 16:23:09   AMED - Serokê Kluba Amedsporê Azîz Elaldi bertek nîşanî êrişa nîjadperest a di maça Înegolsporê de da û wiha got: “Divê TFF li dijî van êrişan înîsiyatîfê li xwe bigire. Em ê giliyê êrişkaran bikin.”    Rêveberiya Amedsporê têkildarî çêr û heqaretên nîjadperest ên di mala Înegolsporê de li dijî kaptanê wan Şehmûs Ozer ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû û lîstikvanên wan hatine kirin, li Tesîsên Werzîşê ya Şehmûs Ozer daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ala û flamayên Amedsporê hatin daliqandin. Serokê Kluba Amedsporê Azîz Elaldi, Dîrektorê Teknîkê Serkan Bozkûrt, endamên rêveberiya Amedsporê û gelek alîgir tev li daxuyaniyê bûn.    Azîz Elaldi, diyar kir ku ew sezoneke serkeftî derbas dikin û wiha got: “Di maçên deplasmanê yên heta niha de em baş dihatin pêşwazîkirin lê di maça Înegolsporê de wisa nebû. Tu carî pirsgirêka me bi vê tîmê re nebû. Nêzî 5 hezar kesan maç temaşe dikirin. Li wir çêrên mirov nikare behs bike hatin kirin, dirûşmên siyasî hatin berzkirin. Sirûdên nîjadperest hatin kirin. Em bi gotinên faşîst û nîjadperest rû bi rû man. Odeya Şeymus Ozer hê jî girtî ye, formayê wî li wir e. Ew nirxekî me ye. Bi salan berê jiyana xwe ji dest daye lê çêrên nexweş lê kirin. Rewş û helwestekî mirovî nebû. Kiryarên dermirovî bûn.”    ‘DIVÊ EM RÊ NEDIN KOMÊN MARJÎNAL’   Bi domdarî Elaldi anî ziman ku divê rê li ber van êrişan were girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê rêveberî û serokên tîman tu caran nekevin bin bandora komên alîgiran. Nexwe dê zirarê bibînin. Komeke marjînal a biçûk heye. Em li ber 5 hezar kesan serî natewînin. Divê rê nedin komên marjînal. Banga me ji bo raya giştî ew e ku di vê mijarê de hestiyar tevbigerin. Divê em teqez tehemûlê tiştên wiha nekin.”   ‘POLÎSAN MUDAXALE NEKIRIN’   Di berdewamê de Elaldi wiha got: “Li dijî êrişa nîjadperest ên alîgirên Înegolsporê tu tiştek nekirin. Lê li Amedê dema çêreke herî biçûk tê kirin, alîgirên me derdixînin pêşberî dozgeran. Li hemû stadyûman çêr li me tên kirin. Lê li dijî van tiştek nayê kirin. Divê TFF însiyatîfê li xwe bigire. Em ê giliyê kesên gotinên nîjadperest kirin bikin. Ozer, nirxekî me ye û em ê vê şampiyoniyê pêşkêşî wî bikin.”   Piştre jî pirsên rojnamegeran hatin bersivandin. Dîrektorê Teknîkê yê Amedsporê Serkan Bozkurt jî bertek nîşanî êrişa nîjadperest da û got ku çêrên  li Ozer hatine kirin ew pir êşandine.