Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze 2023-11-28 10:20:22   ENQERE - Pisporê siyasetê Dr. Mûstafa Pekoz diyar kir ku AKP dibe ku hinek deverên lê qezenc bike bide HUDA-PAR’ê û wiha got: “Hêza diyarker HEDEP e û divê bajar bi bajar amadekariyên xwe bike. Divê li ser bingeha hevkariyê, li rojava hinek şaredariyan bixwaze.”    Bala hemû partiyên siyasî li hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2024’an e. Nayê zanîn bê ka partiyên berê hevkarî kirin dê di vê hilbijartinê de jî tifaqê çêbikin an na. Lê di halê hazir de wisa dixuye ku AKP û MHP dê dîsa tifaqê bikin. Lê Tifaqa Milet a ku CHP serkêşiya wê dike, di nava nediyariyekê de ne. Hêj ji wan tu partiyan stratejiyek eşkere nekiriye. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ku “Rêya Sêyemîn” esas digire, dê di van hilbijartinan de li şûna stratejiya “Qezenc bike-bide windakirin”, dê stratejiya “Qezenc bike-qezenc bike” bisekine. Li gorî vê dê partî li hemû deverên yekemîn û duyemîn derdikeve bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê. Dê stratejiya bajarên metropolan jî di pêvajoya pêş de bê eşkerekirin.    Pisporê siyasetê Dr. Mûstafa Pekoz têkildarî girîngiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî û rewşa partiyan ji ajansa me re axivî.    ‘HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ GELEK GIRÎNG IN’   Pekoz, bal kişand ser girîngiya rêveberiyên herêmî û wiha got: “Rêveberiyên herêmî bandoreke mezin li polîtîkaya welêt dikin lewma girîng in. Gel li pratîka partiyan dinêre û ev yek bandorê li hilbijartinên giştî dike.”   Bi domdarî Pekoz diyar kir ku heke îktîdara AKP’ê şaredariyên Enqere û Stenbolê bi dest nexe û hinek şaredariyên din jî winda bike, serkeftina Erdogan a di hilbijartinên serokkomariyê yên 28’ê gulana 2023’yan de dê pir zehmet bibe. Pekoz, wiha dom kir: “Dê êdî qala serkeftineke teqez a AKP’ê neyê kirin û ji ber krîzên aborî, otorîterbûn û hwd. jî bi lez û bez ber bi hilbijartinên giştî ve biçe. Lewma AKP-MHP dê ji bo bidestxistina şaredariyên Enqere û Stenbolê tevahiya hêza dewletê bi kar bînin. Çendek dane nîşan didin ku dê AKP û MHP di vê hilbijartinê de bi hev re tevbigerin. Erê rast e di navbera wan de pirsgirêkên cidî hene û dê di pêşerojê de rê li ber geşedanên cidî vekin lê di halê hazir de dê di vê hilbijartinê de tifaq bin. Qezenckirina Enqere û Stenbolê ji bo wan girîng e. Heke qezenc bike dê ji hêla psîkolojîk ve serdest bibin û ji mijara destûra bingehîn heta dîzaynkirina darazê dê di gelek mijaran de pir rehet tevbigerin. Lewma Erdogan ji kanûnê ve zêde bala xwe dide ser Enqere û Stenbolê.”    ‘AKP HEWL DIDE KURDÊN ‘XEYÎDÎ’ BIBE SER SINDOQAN’   Di berdewamê de Pekoz qala stratejiya AKP’ê ya li dijî hilbijêrên kurd kir û ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinên 2019’an de sedema windakirina AKP’ê ya li Stenbol, Mêrsîn, Antalya, Edene û Hatayê tercîha hilbijêrên kurd bû. Di halê hazir de tu nîşaneyên bidawîkirina polîtîkaya tesfiyekirinê ya AKP’ê ya li dijî kurdan nînin. Lewma ji bo hilbijêrên HEDEP’ê tu stratejiyeke wê tune ye. Ji bo vê divê bi nûnerên wê yên polîtîk re hevdîtinan bike lê tiştekî wiha niha nîne. Tê zanîn ku gelek hilbijêrên kurd ên li Stenbolê û deverên din deng didan AKP’ê, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2019’an û di yên giştî yên sala 2023’yan de dengê xwe neavêtin. Yek ji stratejiya AKP’ê jî dê bibe ev kurd. Xuya dike ku AKP ji bo vê xebateke mezin dike û hewl dide wan bibe ser sindoqê.”    PLANA AKP’Ê YA JI BO HUDA-PAR’Ê   Têkildarî polîtîkaya AKP’ê ya li bajarên Kurdistanê jî Pekoz ev nirxandin kir: “Plana wê ya ewil ew e ku şaredariyên heyî biparêze û yên qeyûm lê hatine tayînkirin jî bi dest bixe. Di pişperdeya plana xwe de jî hewl dide HUDA-PAR’ê li herêmê bêhtir xuyanîtir bike. Ji bo vê jî dê hinek şaredariyên bi dest dixe bide HUDA-PAR’ê. Bi vê yekê re hewl dide hevsengiya polîtîkaya li bajarên kurdan ji hêla HEDEP’ê ve xera bike. Ev plan, ne planeke demkî ye. Her ji niha ve bi destê dewletê hewl didin bingeha hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2029’an ava bikin. Anku stratejiya AKP’ê, bi taybet jî li ser MHP û HUDA-PAR’ê hatiye teşegirtin. Heke AKP di anketan de encama dixwaze nebîne, dibe ku li deriyê HEDEP’ê bixe.”    HEDEP DÊ BI MUXALEFETÊ RE ÇAWA TEVBIGERE?    Pekoz, têkildarî tifaqeke îxtîmalî ya di navbera CHP û HEDEP’ê de jî wiha got: “Heta ku polîtîkayeke şefaf û eşkere neyê kirin dê kurd dengê xwe nedin wan. Anku divê CHP mîna bi partiyên din ên tifaqê re, bi HEDEP’ê re jî li pêşberî raya giştî hevdîtinan bike. Weke mînak, rêjeya dengê HEDEP’ê ya li Stenbolê derdora ji sedî 9-12 e. Ev rêjeye tê wê wateyê ku kurd dikarin hilbijartinê bidin qezenckirin an jî windakirin. Hemû şaredariyên bajarên mezin ên CHP’ê di 2019’an de qezenc kirî bi saya dengên HEDEP’iyan bû. Heke li Stenbolê kurdan piştgirî nedabûna Îmamoglû bi ser nediket. Lewma CHP û Îmamoglû li gorî vê rastiyê tevbigerin. Heke hêj di hişê ‘kurd dê ji xwe deng bidin me’, xwe dixapînin. HEDEP kê nîşan bide hilbijêrên wê dengê xwe bidin wî/wê. Divê her kes li gorî vê rastiyê tevbigere.”    STRATEJIYA HEDEP’Ê   Bi domdarî Pekoz anî ziman ku hêza herî girîng a ku dê encamên hilbijartinê diyar bike HEDEP e û wiha pê de çû: “Hem îktîdar hem jî muxalefet bi vê dizane. Em dibînin ku stratejiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya HEDEP’ê li gorî ya sala 2019’an pir guherî ye. Stratejiya 2019’an ew bû ku li bajarên kurdan hejmara şaredariyan zêde bikin û li rojava bi AKP’ê bidin windakirin. A rast ev stratejî bi ser ket. Lê di vê hilbijartinê de dest ji vê stratejiyê berda. Xuyaye ku dê HEDEP ji bo hevdîtinên bi îktîdar û muxalefetê re vekirî ye û taktîkeke zelal dimeşîne. Wisa xuya dike ku dê tiştên ji raya giştî veşarî nekin. Di piştperdeya hevdîtinên bi AKP’ê re de mijarên stratejîk ên weke pirsgirêka kurd heye. Lê di hevdîtinên bi muxalefet û CHP’ê re dê rasterast şaredarî derkevin pêş.”    ‘DIVÊ HEDEP BANDORA XWE YA POLÎTÎK BIDE HÎSKIRIN’   Pekoz, axaftina xwe wiha qedand: “Di stratejiya polîtîk a HEDEP’ê de demokratîkkirina Tirkiyeyê heye. Nîviya hilbijêrên HEDEP’ê li metropolan e. Lê li gorî vê rastiyê bandoreke polîtîk a têrker nake. Lewma hewl dide di pêvajoya pêş de xwe li bajarên rojava bide hîskirin. Weke mînak; heke di navbera CHP û HEDEP’ê de hevdîtin çêbibin, dê hewl bide qadên ku polîtîkayên xwe lê pratîze bike bide avakirin. Rêya vê ya esasî jî daxwaza birêvebirina hinek şaredariyan e. Ji bo ku HEDEP li bajarên rojava bandora xwe ya civakî bide hîskirin, divê bazariyên bibandor bike. Ji bo vê jî divê bajar bi bajar amadekariyên xwe bike. Divê li bajarên weke Stenbol, Edene, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Kocaelî, Bursa, Aydin, Mûgla û hwd. planên polîtîk bike û daxwazên xwe şênber bike. Li Stenbolê divê navçe bi navçe xebatan bike û daxwazên xwe bike rojev. Li gorî min tiştekî bi aqilane nîne ku tifaqeke li tevahiya welêt derbasdar bê avakirin. Tifaqên li gorî bajar û navçeyan bêhtir biaqilene ne. Lewma divê HEDEP demek beriya demekî bajar û navçeyên ku hilbijêrên wê lê zêde hene tespît bike û ji bo hevkariyê daxwazên şênber deyne holê.”    MA / Selman Guzelyuz