Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin 2023-11-28 10:22:11   BEDLÎS - Li gundên girêdayî Xîzan û Tetwanê bi ser gelek malan de hate girtin û gelek welatî hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de îro li gundên navçeyên Xîzan û Tetwanê leşker û polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku di serdegirtinên gundê Gulpik ê Xizanê de 15 kes, li gundê Peyandes ê Tetwanê jî ji heman malbatê 4 kes hatine binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.    Hat diyarkirin ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayîn û serdegirtinên malan hêj didomin.