Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin 2023-11-28 11:37:40     ÎZMÎR - Polîsan li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û EGE-TUHAYDER’ê de girtin.    Polîsan îro di danê sibehê de bi ser avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Jin Art Huner (JINART) û gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nûlay Guleser, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê (Avesta) Alî Yalçinkaya û Derya Kandemîr, Nerîman Bîrlîkler û Dîlaver Keklîk hatin binçavkirin.    Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Şaxa TEM’a Îzmîrê. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Hat zanîn ku ji bo binçavkiriyan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 24 saetan hatiye dayîn.    Lêgerînên li saziyên bi ser de hatiye girtin didomin.