Ji bo Can Atalay cara duyemîn serî li AYM’ê dan 2023-12-01 11:55:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) cara duyemîn serlêdan hate kirin.    Can Atalay ku ji Doza Geziyê girtî ye, di hilbiajrtinên 14’ê gulanê de weke parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê hatibû hilbijartin. Ji bo Atalay, li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) cara duyemîn serlêdana şexsî hate kirin.    Di serlêdanê de hat gotin ku mafê parêzbendiyê yê Atalay heye û bi bicihneanîna biryara AYM’ê re cara duyemîn mafê wî hatiye binpêkirin û hat xwestin ku Atalay bê tehliyekirin.