Gelê Amedê piştgirî da Mizrakli: Em ê li ser sindoqê bersivê bidin 2023-12-01 12:12:21   AMED - Gelê Amedê yê bi gotina “Em jî cîhan jî dizane ku çima hatiye girtin” bertek nîşanî cezayê hefsê yê li Selçûk Mizrakli hatiye birîn da, anî ziman ku ew ê li ser sindoqê bersiva pêwîst bidin.   Selçûk Mizrakli yê di hilbijartina herêmî ya 31’ê adara 2019’an de ji sedî 62 dengê gel wergirt û weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê hate hilbijartin, piştî 3 mehan ji peywirê hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê dabû Mizrakli. Lê ev biryar ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû betalkirin û doz jinûve hat lidarxistin. Di doza li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jinûve hate lidarxistin de ji ber îfadeyên şahideke din, heman ceza dîsa li Mizrakli hate birîn.   Mizrakli yê di danişîna biryarê de ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, di parastina xwe de diyar kir ku bi komployekê re rû bi rû ye û wiha got: “Ne ez ê serî bitewînim û çok deynim ne jî ez ê serê gelê xwe û hevalên xwe bidim tewandin.”   Me li Ameda ku Mizrakli ji sedî 62 deng wergirt û hate hilbijartin, cezayê hefsê yê li Mizrakli hate birîn ji welatiyan pirsî.    ‘HINCET ÇÎROK IN, JI BER KU KURD E’    Mehmet Yayik, anî ziman ku desthilata AKP’ê bi hinceta “rêxistinê fînanse dikin” qeyûm tayînî şaredariyên HDP’î hatin kirin û wiha got: “Lê dema tu raporên dîwana muhesebatê (sayiştay) dinêrî bûyer berovajî ye. Di raporan de derdikeve holê ku şaredariyên bi qeyûman hatine xespkirin çawa hatine talankirin û valakirin. Hevşaredarên bi vîna milyonan kesan hatin hilbijartin bi hincetên vala bi biryarnameyên nîv şevekê qeyûm tayîn dikî û ji peywîrê digirî. Mafê we nîne ku kesekî bi vîna gel hatiye hilbijartin ji wir bigirin. Hemû hincetên pêşkeşkirine çîrok in. Ji ber kurbûn û sekna wan ceza li wan hate birîn. Di heman demê de gelê kurd dixwaze were cezakirin. Gelê me dê her tim xwedî li vîna xwe derkeve û bi vîna xwe hevşaredarê xwe hilbijêre.”   ‘DI HILBIJARTINÊ DE DÊ BERSIVA PÊWÎST BÊ DAYÎN’    Yek ji welatiyan Îbrahîm Şenît jî destnîşan kir ku polîtîkayên zext û mehandinê yên li dijî tevgera siyasî ya kurd û nûnerên wê ji berê ve tên meşandin. Şenît, anî ziman ku li vî welatî tu tiştên têkildarî kurdan de nayê qebûlkirin û wiha got: “Dewlet her tim vê yekê dike. Li dijî vê yekê divê em weke gel bizanibin ku em çi bikin. Em serî li ber kesê natewînin. Di dîrokê de mezinên me jî serî netewand. Gel dê di sindoqê de bersiva pêwîst bide. Gumana me ji vê yekê nîne.”   ‘EM Ê JI QEYÛMAN PAŞ VE BIGIRIN’      Welatiyê bi navê Mehmet Mûtlû jî bi lêv kir ku Amed paytextê Kurdistanê ye û anî ziman ku gelê Amedê dê her tim xwedî li Mizrakliyê weke hevşaredar hilbijartine derkeve. Mûtlû axaftina xwe wiha domand: “Madem hûn cezayê didin hilbijartiyên me, wê demê em jî dê di hilbijartina herêmî de bi awayekî xurttir li vîna xwe xwedî derkevin. Divê em ala ku Selçûk Mizrakli li pey xwe hiştî bilindtir bikin. Em ê şaredariyan ji qeyûman paş ve bigirin.”   Davût Ûlûs, diyar kir ku heke qeyûm were tayînkirin jî dê hevşaredarên xwe careke din hilbijêrin û wiha got: “Em jî cîhan jî dizane ku çima Selçûk Mizrakli hatiye girtin. Bi zordariyê qeyûman tayîn dikin. Em ê di vê hilbijartinê de jî serbikevin û qeyûman bêbandor bikin. Em ê wan mehkûm bikin.”   EM CEZAYÊ HATIYE BIRÎN QEBÛL NAKIN!   Bakî Cam, ê polîtîkayên qeyûm ên li Kurdistanê tên meşandin weke encameke bêhiqûqiya li welat penase kir, têkildarî cezayê li Mizrakli hatiye birîn wiha got: “Ji xwe heke heq hiqûq hebûya ew ji peywîrê nedigirtin. Her tişt girêdayî peyvên ji nav du lêvên Erdogan derdikevin e. Li welatekî ku edalet lê neyî her tişte dikare bibe. Mizrakli dizî nekir, tenê ji ber fikrên xwe ev ceza wergirt. Me ji sekna Mizrakli yê bi dengê gelê kurd hate hilbijartin a li dadgehê re rêz girt. Ji bo me jî rastî ew e; em serî natewînin. Em ê careke din hevşaredarên xwe hilbijêr in. Bila kerem bikin careke din qeyûman tayîn bikin, xwe li cîhanê rezîl kirin. Em ê bi partiya xwe berdewam bikin. Berxwedana Selçûk Mizrakli berxwedana xwedî derketina vîna xwe ye.”   Cam, bal kişand ser skandala bertîlê ya li Şaredariya Rezanê û wiha berdewam kir: “Diziyên ku qeyûm dikin li holê ne, rojên borî li Şaredariya Rezanê dema pere hatin dayîn li ser sûc hatin girtin. Wî çima nagirin? Çima ceza li wî nabirin? Demek ew jî hevkar in. Selçûk Mizrakli da xizmetê bide destûr nedan ku xizmetê bike. Di nava 3 mehan de qeyûm tayîn kirin. Biryareke nehiqûqî siyasî di holê de ye. Em jî vê biryara siyasî şermezar dikin.”   ‘EM Ê DÎSA DENG BIDIN XWE’    Şahîn Kaya jî anî ziman ku cezayê li Mizrakli hatiye birîn qebûl nakin û wiha got: “Em dixwazin kesê ji bo gelê xwe bişixule bê berdan. Em li dijî ji peywîr girtina kesê ji bo ku xizmetê ji bajarê me re bike hatiya hilbijartinin. Em ê dîsa serî netewînin û deng bidin xwe. Bi şer çareserî nabe.”   Fahriye Tohûmek jî wiha got: “Bi vê biryarê nikarin gel bitepisînin. Dema di hilbijartina pêş de gelê me biryara xwe da dê bi hestiyartir bibe.”