Doza li Komîteya Amadekar a Newrozê hatibû vekirin hat taloqkirin 2023-12-01 14:00:18   AMED  - Danişîna doza endamên Komîteya Amedekar a Newroza 2021’an a Amedê hate taloqkirin.    Bi hinceta pankart, dovîz, afîş û stranên di Newroza 2021’an a Amedê de hatin vekirin, bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911” li endamên Komîteya Amadekar a Newrozê doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Serokê Komîteya Amedkar a Newrozê Îrfan Soner û endamên komîteyê Hanîfe Kardaş, Mehmet Bakir û Zelal Bîlgîn tev li danişînê nebû. Yûsûf Acar ku ji dosyayeke din girtî ye, bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    Ji endamên komîteyê parêzer Serhat Ozdemîr di Erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dabû lewma doza wî ketibû.    Yûsûf Acar, di danişînê de got ku tu tiştekî li îfadeyên xwe yên berê zêde bike nîne û xwest ji danişînan vareste bike û beraet bibe. Parêzera Zelal Bîlgîn, Sîdar Gumuş jî da zanîn ku dê piştî mutalaayê parastina xwe bikin.    Şandeya dadgehê biryar da ku Acar ji danişînan bê varestekirin, biryara girtina Riza Barût bi cih bê û danişîna dozê taloqî 13’ê adara 2024’an kir.