Ji girtiyê xwest tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 135 hezar TL xwestin 2023-12-01 15:23:29   ENQERE - Rêveberiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê ji girtiyekê dixwest tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 135 hezar TL heqê rê xwest. Piştî malbatê got nikare vî pereyî bide, rêveberiya girtîgehê ev reqem daxist 35 hezar lîreyan.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî tevlibûna girtiyan a merasîmên cenazeyên xizmên xwe û sewqkirina girtîgehên dûr serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da.    Di serlêdanê de Uysal bal kişand ser binpêkirinên piştî daxwaza girtiyan a tevlibûna merasîmên cenazeyên xizmên xwe û wiha hat gotin: “Girtiya siyasî Tenzîle Acar û malbata wê, ji bo tevli merasîma cenazeyê bapîrê malbatê Mûrat Acar ku di 25’ê mijdarê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest da bibin serlêdan kirin. Lê rêveberiya girtîgehê ji bo tevlibûna Acar a merasîma definkirinê 75 hezar TL heqê rê xwest. Malbatê jî li dijî vê mîqdarê îtîraz kir. Li ser vê yekê rêveberiya girtîgehê 65 hezar lîre xwest.    XWESTIN PERE BI DEST WERE DAYÎN   Girtîgehê nexwest malbat li ser hesaba bankê vî pereyî bide. Ji malbatê xwest ku bi şev bi dest ev pereye were dayîn. Li ser vê yekê malbatê 65 hezar lîre bi şev bi dest da girtîgehê. Lê girtîgeh piştre ji vê biryara xwe vegeriya. Rêveberiya Girtîgehê ji bo vê biryarê jî gotina Midûriyeta Emniyetê ya Hezexê ya ‘em ê ewlehiyê negirin’ nîşan da. Emniyetê jî weke hincet, 27’ê Mijdarê roja avakirina PKK’ê nîşan da.    JI BO TEVLIBÛNA CENAZEYÊ 135 HEZAR LÎRE XWEST    Girtiyê bi navê Kemal Demîrbaş ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin jî ji bo tevlibûna merasîma cenazeyê xwişka xwe Zelîha Demîrbaş ku di 17’ê mijdarê de jiyana xwe ji dest da, serlêdan kir. Rêveberiya girtîgehê ji Demîrbaş 135 hezar lîre heqê rêyê xwest. Dema malbatê got nikarin vî pereyî bidin jî girtîgehê daxist 35 hezar lîreyan. Xwişka Demîrbaş, Raziya Demîrbaş di heman rojê de 35 hezar lîre li ser bankê şand hesaba rêveberiya girtîgehê. Demîrbaş bi vî awayî karî tev li merasîma cenazeyê bibe.    SERÎ LI ÎHÎK’Ê DA   Her wiha girtî li girtîgehên ji bajarên malbatên wan dûr tên sewqkirin. Dixwazim ku ji bo lêkolînkirin û jiholêrakirina gelek qezayên trafîkê yên ji ber vê sedemê derdikevin holê, di bin sîwana komîsyonê de ‘Komîsyona Jêr a Lêkolînkirina Mafên Girtî û Hikûmxwaran’ bê avakirin. Ev komîsyon ji bo pêşîlêgirtina sewqên ber bi bajarên dûr ve û mexdûriyetên ji ber tevlibûna merasîman derdikevin holê divê berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”    MA / Mehmet Aslan