Girtiyê ji sedî 90 astengdar ji bo Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye 2023-12-01 15:50:08   RIHA - Girtî Emîn Guler ku ji sedî 90 astengdar e, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê tev li greva birçîbûnê ya dorveger bû.    Greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên PKK û PAJK'î li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di 27'ê Mijdarê de dabûn destpêkirin di roa 5'an de berdewam e. Çalakî dê heta 15'ê sibata 2024'an berdewam bike.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê çû serdana girtiyên li Girtîgehên Hejmar û û Hejmar 2 yên bi Tîpa T'yê a Rihayê û der barê pirsgirêkên heyî û rewşa dawî ya girtiyên ketine greva birçîbûnê raporek amade kir.    Di ropara de hat diyarkirin ku 3 girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Rihayê tên ragirtin ketine greva birçîbûnê û rêveberiya girtîgehê pêdiviyên wan bi cih nayîne. Her wiha di raporê de hat gotin ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Rihayê 60 girtî tên ragirtin û her 10 rojan carekê komeke girtiyan grevê dewr digire. Di raporê de hat diyarkirin ku di greva birçîbûnê de girtiyê ji sedî 90 astengdar Emîn Guler jî heye.    Bi ser rapora OHD amade kiriye, me xwe gihand malbata Guler. Em li ser telefonê bi birayê Guler, Ahmet Guler re axivîn. Guler, der barê greva birçîbûnê ya birayê xwe de ev tişt anî ziman: “Birayê min ji min re got ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ketiye greva birçîbûnê. Dema ku birayê min ketiye greva birçîbûnê xwestine wî bibin hucreyê lê belê ji ber ku hucre tije bûn ew dîsa vegerandine cihê xwe. Heke bixistina hucreyê dê heya 10 rojan li wir mabûya."